Eren Keskîn: AKP’ê rêbazên giran yên 90’î dîsa anî 2021-09-05 09:03:56     Habîbe Eren   STENBOL - Parêzvana mafê mirovan Eren Keskin, bal kişand îşkenceya li hemberî siyasetmedar Celalettîn Yalçin yê HDP’ê û got: "Şîdet bi destê dewletê tê rewakirin. Lê aliyên muxalîf yên îşkence nagihêje wan bêdeng dimînin. Lê tu girîngiya vê tune. Helwesta muxalefetê destê dewletê xurt dike.”    Li Tirkiyeyê di binçavan de tacîz û tecawiz wek rêbaza çewisandinê di pêvajoya darbeya leşkerî ya 1980’ê de hat rojevê û bi polîtîkayên zext û neçareseriya pirsgirêka kurd re ev rêbaz her çû girantir bû. Piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re bi taybet li Stenbol û Enqereyê bi transporteran revandin, desteserkirin û îşkence derket asta jor.  Di binçavan de jî tacîz, tecawiz û lêgerîna tazî rû dan.   Li Enqereyê ciwanên bi wesîleya salvegera komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin, hatin binçavkirin û li qerekolê rastî tehdîda tecawizê hatin. Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî jî di binçavan de rastî heqeret, tehdîd, dijûn, lêgerîna tazî, kelepça berovajî, şîdeta sîstematîk, tehdîda tacîz û  tecawizê hatin. Li Stenbolê di 22’yê hezîranê de serdegirtina malan pê hat û Hêzên Şoreşger a Ciwanan û Partiya Şoreşger jî rastî heman pêkanînê hatin. Herî dawî jî Celalettîn Yalçin yên endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû ma û her wiha hewldana tecawizê hat.   ‘Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya Li dijî Şîdeta Zayendî û Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li dijî Tecawiz û Tacîza Binçavan de’ ya di 1997’an de hat avakirin, di rapora ku derbarê bûyerên tacîz û tecawizê de amade kir de, diyar kir ku ji sala 1997’an heta niha derbarê van bûyeran de 721 serlêdan girtine. Li gorî rapora mijara gotinê ye 110 kes bi tecawizê re rûbirû mane, 614 jî rastî tacîza zayendî hatine. Her wiha li gorî raporê yên ku ev sûc kirine jî pîşeya wan, 438 jê polîs û 140 jî leşker, 85 jî memûrê parastina înfazê bûne. Di raporê de ya ku balê dikişîne 567 jinên rastî tacîzê hatine kurd in. Ev rewş jî carek din polîtîka ku li hember kurdan pêk tê nîşan dide.   Damezrînera Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li dijî Tacîz û Tecawizê ya di Binçavan de û parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn bi lêv kir ku AKP, piştî ku bi dewleta kûr û MHP’ê re lihev kir şûnde welat bi giştî aniye rewşa ‘erdnîgariya sûc’.   'Her ku têkoşîna maf bilind bû îşkence jî zêde bûn’   Erenê diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence wek polîtîka dewletê hebûna xwe didomîne û ji salên 80’ê heta salên 90’î rêbazên îşkencê pir zêde pêk hatine û wiha berdewam kir: “Tirkiye bûye erdnîgariya sûc. Darbeya 1915,1938, 1960, 70 û 80… Bêguman di salên 90’î de rêbazê îşkenca fîzîkî yên giran pêk hatin. Her dem polîtîkayên zextê hebûn lê bi destpêkirina têkoşîna rêxistinkirî re  têkoşîna li dijî îşkencê jî di rojeva civakê de cihê xwe girt.”   ‘Rêbazên giran yên 90’î dîsa anîn’   Erenê bi lêv kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê bi lihevkirina AKP-dewleta kûr û MHP’ê re rêbazên giran yên salên 90’î dîsa hatine rojevê û ev tişt bi lêv kir: “Rêbazên îşkenca fîzîkî, psîkolojîk, îşkenca zayendî ya li hember jinan û revandin dîsa hat rojevê. Ev pêkanînên mijara gotinê herî dawî li siyasetmedarekî HDP’ê pêk hat. Ev rêbaz di salên 90’î de pir dihatin kirin. Ev li gorî gelek peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê Îmze kiriye qedexeye. Tirkiye ku nabe dewleteke hiqûqî, peymanên ku îmze kiriye jî pêk nayne.”   Polîs, leşker, cerdevan, daraz û ATK   Erenê her wiha nirxandina xwe wiha domand: “Yên îşkencê dikin, polîs, cerdevan, leşker û her kî be, sûcdar ne tenê ew in. Dozgerê ku wan baş lêpirsîn nakin, dadgerên der barê wan de dozê venakin, dadgehên ku biryara beratê didin û ya herî girîng jî saziya Tipa Edlî ya ku îşkencê nake belge sûcdare. Ev mekanîzma hemû parçeyên van sûcane. Di vê nokteyê de dixwazim bi taybet balê bikişînim ser ATK’ê. Ji ber ku îşkence her tim sûcê ku bê ceza tê hiştinê ye. Mixabin ATK saziyeke fermî ya dizaneye. Tevî ku di qanûnan de tê gotin ku belgeyên ATK’ê tenê wek delîl nayê qebûlkirin jî dozger û dadger tenê raporên ATK’ê wek delîl qebûl dikin. Yanî bi kurtasî ev polîtîkayeke dewletê ye.”   ‘Piştî 15’ê tîrmehê hat rewakirin’   Erenê destnîşan kir ku wezîrê karê hundir Suleyman Soylu îşkence parastiye, ji bo leşkerên li Pasûrê dekretin operasyonê, PKK qest kir û talîmata ‘ger we girtin lîme lîme bikin’ daye û wiha pê de çû: “Ji vê gotinê şûnde tiştekî bê gotin tune. Berê di salên 90’î de hêzên dewletê îşkence dikir lê digot ‘me nekiriye’. Niha aşkera dibêjin bikin. Hewldana tacîz, tecawiz û îşkencê piştî 15’ê tîrmehê bi zimanê dewletê hat rewakirin.”   Erenê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şîdeta bi zimanê dewletê tûnd bûye û êdî her der bûye cihê şîdetê û wiha dawî lê anî: “Ne tenê li navendên binçavikrinê, di daxuyaniyan de, qadên cemawerî û her derê de şîdet heye. Di salên 90’î de em li dijî şîdetê hîn bêtir qelebalix bûn. Lê niha em kêmin. Şîdet bi destê dewletê tê rewakirin. Lê aliyên muxalîf yên îşkence nagihêje wan bêdeng dimînin. Lê tu girîngiya vê tune.  Helwesta muxalefetê destê dewletê xurt dike.”