Dê li Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê li du cihan çalakî bên lidarxistin 2021-09-04 11:03:26     STENBOL - Piştî mîtinga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya dê li Stenbolê bê lidarxistin ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve hat astengkirin walîtiyê jî destûra ku dabû paş ve kişand.   Hêzên Demokrasî û Aştiyê, Kedê ya Stenbolê ji bo di 5'ê Îlonê de mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar bixe serî li Walîtiya Stenbolê dabû û serlêdan hatibû qebûlkirin. Lê belê piştî ev destûr ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve hat astengkirin şûnde walîtiyê jî destûra ku dabû paş ve kişand. Piştî destûra ji bo mîtinga dê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bihata lidarxistin hat betalkirin şûnde Komîteya Tertîpê û Hêzên Demokrasî û Aştiyê, Kedê ya Stenbolê yên mîtingê bi rêxistin dikin biryarek girtin.    Li gor biryara hat girtin dê heyeteke ji Komîteya Tertîpê û ji parlamenteran pêk tê di 5'ê Îlonê de saet di 10.00'an de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bide. Her wiha dê têkildarî biryara qedexekirinê jî li Tunela Taksîmê di heman rojê de saet di 17.00'an de Komîteya Tertîpê daxuyaniya çapemeniyê bide.    Hêzên Demokrasî û Aştiyê, Kedê ya Stenbolê û Komîteya Tertîpê ji bo beşdariya daxuyaniyê bang li gel kir.