Peyama Ayşe Gokkan a 1'ê Îlonê: Dê berxwedana aştiyê bi ser bikeve 2021-09-04 10:50:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir ku dê berxwedana aştiyê bi ser bikeve û got tu hêz nikare kevokên aştiyê asteng bike.   Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî ji Girtîgeha Jinê ya Amedê peyama 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şand. Ayşeyê di peyama xwe de da zanîn kesên aştîxwaz in rûmeta cîhanê ne û got ger ku îro çekên kîmyewî nikarin aştiyê rawestînin ev bi keda berxwedana ji bo aştiyê ye   Ayşeyê di berdewamiya peyama xwe de wiha got:   "Slav û rêz dilxwazên aştiyê.    Ez hemû jin û gelê bi rûmet û Dayikên Aştiyê yên hêja bi hêviya hestên Dayikên Aştiyê silav dikim û bi dil û can spas dikim. Ez bi hêvî me ku berxwedana aştiyê dê bi ser bikevi. Ev di cîhanê de asteng dibe, lê tu hêz nikare kevokên aştiyê asteng bike. Ger ku îro çekên kîmyewî nikarin aştiyê rawestînin ev bi keda berxwedana ji bo aştiyê ye. Kesên ku aştîxwaz in rûmetên cîhanê ne. Ez ji aştîxwazên Kurdistanî, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan, partiyê û saziyên hatin sersaxiya min re spas dikim.    Bi rojên azad re bimînin."