Xizmên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin: Bila kujer bên cezakirin 2021-09-04 09:50:16     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û 9 rojan berdewam kir, hîn êş û şopên wan rojan wek roja ewil e. Xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan anîn ziman ku ev 6 sal in edalet pêk nehatiye û gotin: “Em dixwazin edalet bê bicihanîn û kujer bên cezakirin.”   Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi berxwedana xwe tê nasîn û bi taybetî jî ji salên 90'î û vir de li Cizîrê li aliyekî zextên dewletê û li aliyekî jî kevneşopiya berxwedanê ya Cizîriyan berdewam dike. Berxwedana herî mezin jî ya dema xweseriya demokratîk  bû ku di 2015'an de bi dirûşma “Berxwedan Jiyane” hat destpêkirin û di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Gotina “Bi me ser bilind bin” a Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç wek mîrasek ji wê berxwedanê ma. Bi berxwedana ku hat dayîn re di 4’ê Îlona 2015’an de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve qedexeya derketina derve li Cizîrê hat îlankirin û heta 12’yê Îlona 2015’an berdewam kir. Piştî anonsa walîtiyê ya qedexeyê şebekeyên avê hatin qutkirin, telefon û înternat hat birîn. Derketina derve hat qedexekirin û bajêr bi maşîneyên leşkeri hat dorpêçkirin. Piştre navçe bi tank û topan hat wêrankirin û ji pitika 35 rojî bigire heta welatiyên 70 -80 salî bi giştî 21 kesî di vê dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest da. Şopên hovîtiya ku wê demê li Cizîrê pêk hat hîna jî tên dîtin û birîna cizîriyan wekî roja ewl nû ye.    Di dema qedexyê de Saît Çagdavul (19), Mehmet Emîn Levent (21), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Meryem Sûne (53), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Ozgûr Taşkin (17), Bûnyamîn Îrcî (14), Selman Agar (10), Seyît Eşref Erdîn (59), Maşallah Edîn (35), Zeynep Taşkin (18), Muhammed Tahîr Yaramiş (pitika 35 rojî), Mehmet Erdogan (75), Mehmet Dokmen (71), Mehmet Saît Nayci (17), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bûlbûl (78), Îbrahîm Çîçek (80) û Şahîn Açik (70)  hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin piştî qedexeyê bi alên kesk, sor û zer û bi tevlîbûna hezaran kesî bi awayek girseyî hatin definkirin.     Di qedexeyê de ji 21 kesên ku jiyana xwe ji destdan yek jî Cemîle Çagirga ya 10 salî bû. Gelek caran li ser jiyana Cemîleyê nivîs hatin nivîsandin. Cemîle di 7’ê Îlonê de li ber deriyê malê dema ku dilîst hat qetilkirin û 11 rojan cenazeyê wê ji ber qedexyê ji aliyê dayika wê ve di sarincê de hat parastin.     ‘6 sal in em li benda edaletê ne’   Dayika Cemîle, Emîne Çagirga anî ziman ku 6 sal di ser qedexeyê re derbas bûn lê êşa wê wekî roja ewil nû ye û berdewam kir: “Keça min bi gulê hat qetilkirin û di hembêza min de can da. Bi awayek hovane êrîşî bajarê me kirin. Bi tenê mirin bû para me. Kesên ku keça min qetil kirin nehatin cezakirin. Edalet nehat bichanîn. Di ser qedexeyê re 6 sal derbas bûn lê heta niha di aliyê hiqûqî de tu pêşketinek tune ye. Piştî qedexeyê doza hat vekirin tenê carekê hat dîtin. Lê piştî wê ne doz hat dîtin û ne jî kiryar hatin cezakirin. Edalet nehat bicihanîn. Bi tenê hildiweşînin û dikujin. Em jiyanek azad, aştiyane û adîl dixwazin. Edalet û hiqûqa dewletê tune ye. 6 sal in em li benda edaletê ne. Kesên ku zarokên me qetilkirin li derve ne.”   ‘Di 92’yan de jî edalet pêk nehat’   Emîne, bi lêv kir ku tenê ne ew hemû cîhanê şahidî ji êrîşên hov ên li ser Cizîrê re kir wiha pêlda axaftina xwe: “Hemû cihan bû şahidê komkujiyên li Cizîrê hatin kirin. Ji zaroka 2 mehî bigire heta pîr û kalên heftê salî li kolanan û li ber deriyê malên xwe hatin qetilkirin. ” Cemîle, bi bîr xist ku di sala 1992’yan de jî di dema bûyerên li Cizîrê de  keçeke wê ya 7 salî Fatma, xwesû û xwezûrê wê jî di navê de bi giştî 7 kes ji malbata we hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: “Di sala 1992'yan de jî edalet nehat bicihanîn û di sala 2015’an de jî. Kesên ku di sala 1992'yan de ji malbata min 7 kes qetil kirin, di 2015'an de jî Cemîleya min qetil kirin. Sewal û xaniyên me jî nehiştin. Hemû ranî hilweşandin û sewal qetil kirin. Dozên hatin vekirin jî hemû ketin ber demboriyêl. Dosyeya sala 92’yan hat şewitandin û kiryar nehat cezakirin. Îro jî heman tişt tê kirin. Kiryar nayên cezakirin.”   ‘Kezeba me şewitî bila kezeba dayikên din neşewite’   Emîne, herî dawî got piştî qedexeyê jî li dijî malbata wê êrîş û zext tu carî bi dawî nebûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevjîn û kûrê min hatin binçavkirin. Hîn dosyeyên wan vekirî ne û dozên wan tên dîtin. Bi ser malên me de tê girtin. Zilm bi dawî nebû, berdewam kir. Zilma dewletê tu carî bi dawî nebû. Piştî qedexeyê 7 caran bi ser mala me de girtin. Em êdî şer û kuştinê naxwazin. Bila azadî û aştî pêk bê. Kezeba me şewitî bila kezeba dayikên din neşewite.”   Berxwedan 6 salî ye   Di dema qedexeyê de ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Maşallah Edîn û bûka wê Zeynep Taşkin bû. Maşallah û Zeynep a ku kurê wê yê 7 mehî berxwedan di hembêza wê de bû, dema vedigeriyan malê bûn hedefa nîşangiran. Zeynep li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wê yê di hembêza wê de Berxwedan jî birîndar bû. Maşallah dema diçe hawara bûk û neviyê xwe ew jî li heman cihî ji aliyê nîşangiran ve tê qetilkirin. Berxwedanê ku wê demê dayik û dapîra wî hatin qetilkirin, niha 6 salî ye. Li Pişt gûhê Berxwedan yê çepê û li pehniya wî ya rastê hîna şopa guleya lê ketiye heye.   ‘Berxwedan di nava şer de sax ma’   Xesûya Maşallah Edîn, Zekiye Edîn a ku hîn şîna zarok û bûkên xwe dike hînê  kofiya reş li serê wê ye. Zekiye bi van gotinan bal kişand ser wan rojên dijwar: “Maşallah hatibû mala me. Hevjînê wê li Iraqê dixebitî. Hevjînê wê bi telefonê lê geriya û jê re got 'Maşallah nebî hedefa guleyan, li xwe baş binêre.' Piştî ku telefon girt, me got were çayê vexwe. Wê got ‘zarokên min li malê bi tenê ne, niha ditirsim ez ê biçim gel wan'. Derketin hewşê. Lê bûka wê li pêşiya wê derket derve. Dema ku bûka wê derket derve, gule lê reşandin. Dema ku bûka wê ket erdê, Maşallah kir qêrîn û ber bi bûka xwe ve çû. Ew çû hawara bûkê lê ew jî gulebaran kirin. Neviyê wê Berxwedan li ber milê wê bû. Neviyê wê jî birîndar bû. Ji ber gulebaranê destûr nedan em serê xwe derxin, cenazeyê wan heta şêvê li erdê man. Berxwedan di nav wî şerî de sax ma.”   'Birîna me wekî roja ewil kur e'   Zekiye, diyar kir ku li gel di ser bûyerê re 6 sal derbas bûn jî hîna êşa wan wekî roja ewil e û wiha domand: “Du zarokên min di qedexeya sê mehan de hatin qetilkirin. Du bûkên min jî di vê qedexeyê de hatin qetilkirin. Êşa min wekî roja ewil nûye û birîna min wekî roja ewil kur e. Ji wê rojê vir de bi tenê êş bû para me. Ew her roj di bîra me de ne û rondikên çavên me zûha nabin. Ji xeyîn êşê tu tişt ji me re nema. Li gel ku 6 sal derbas bûn jî kujer nehatine aşkerekirin û hîn nehatine cezakirin. Heta niha di dosyeyan de tu pêşketinek tune ye. Tu kesek nehat girtin. Em dixwazin edalet bê bicihanîn. Kesên ku zarokên me qetil kirin bila bên cezakirin.”      ‘Gelek bêriya dayika xwe dikim’   Keça Maşallah Edin, Şûkran Edîn jî diyar kir ku piştî dayika wê hat qetilkirin jiyan ji bo wê gelek zehmet bûye û ev tişt ananî ziman: “Dayika min li ber deriyê malê bi gûlê hat qetilkirin. Dayika min dema hat qetilkirin destûr nedan em cenazeyê wê bigirin. Nêzî 3 saetan cenazeyê wê li erdê ma. Piştî dayika min jiyan ji bo min gelek zehmet bû. Bê dayikbûn gelek zehmet e. Ez tu carî dayika xwe ji bîr nakim. Bêdayikbûn rastî jî gelek zehmete. Ez gelek bêriya dayika xwe dikim. 6 sal derbas bû lê êşame hîna berdewam e. Ez tu carî dayika xwe ji bîr nakim. Her deqe û saniye di bîra min de ye. Daxwaza me bi tenê ew e ku edalet bê bicihanîn û kiryar bên cezakirin.”