ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-04 09:00:00     *Ji jinên Aştiyê yên Foçayê Sultan Bozkurt diyar kir ku dewletên mêtînger ên şer derdixin ewil jin û zarokan di nav şer de dihêlin û got zehmet be jî divê jin di asta ku zexta navneteweyî ava bike de, bikaribin xwe bi rêxistin bikin.    * KASED a ku ji bo jin û zarokan dê perwerdeya çand û hunerê bide, di 5’ê îlonê de bi merasîmekê xebatên xwe didin destpêkirin. Mamosteya KASED’ê Neşe Toprak diyar kir ku ev sazî saziya jin û zarokan e û got: "Deriyê saziya me ji hemû jin û zarokan re vekirî ye. Em bi hêvînê ku gelek kes beşdarî merasîma me ya vekirinê be."  BI DÎMEN   *Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û 9 rojan berdewam kir, hîn êş û şopên wan rojan wek roja ewil e. Xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan anîn ziman ku ev 6 salin edalet pêk nehatiye û gotin: “Em dixwazin edalet bê bicihanîn û kujer bên cezakirin.” BI DÎMEN    *Min di nava hizrandinên xwe de konê xwe vedaye. Bi wan hizrandinan çîqên derdorê konên xwe di honim hêdî hêdî lê bi sexlem û bi qewîm. Derguşa min di wê konê de cihê xwe yê herê xweş girtiye. Dayîka min bi lorîkên herê xweş di lorîne li ser derguşa min, da ku birazim. Dengekê di dil û guhê min de deng vedide.... PÊNÛSA JINÊ