Malbata Dîcle Uzum cenazeyê wê bir Êlihê 2021-09-03 16:11:13     COLEMÊRG - Cenazeyê Endama YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, teslîmî malbata wê hat kirin.    Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de, li herêma Meydanbelek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, teslîmî malbata wê hat kirin. Malbata di 27’ê Tîrmehê de hatibû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê da bû. Malbatê piştî lihev hatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da. Malbatê, cenazeyê keça xwe girtin û birin Êlihê. Malbatê, da zanîn ku cenazeyê keça xwe bi awayekê parçekirî teslîm girtiye.     Di dîroka Dîcle Uzum jiyana xwe ji dest da de, hatibû diyarkirin ku endama YJA Starê Gulgeş Tatli birîndar bûye û bi birîndarî hatiye binçavkirin. Derbarê aqûbeta Gulgeş Tatli de, heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.