Malbat, vasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2021-09-03 14:44:27     STENBOL - Malbat, vasî û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza ku roja duşemê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye Raziye Ozturk, Faîk Ozgür Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, bi daxwaza ku roja duşemê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Birayê Abdulah  Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.     Di 23’yê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Abdullah Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Abdullah Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Abdullah Ocalan.    Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.