Li Basayê îdîaya jinekê hewl da xwe bikuje 2021-09-03 12:54:27     ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li navçeya Basayê, jina bi navê E.K. hewl daye xwe bikuje.    Hat îdiakirin ku li gundê Xêstel ê navçeya Basa ya Şirnexê, jinan bi navê E. K. ya zewicandî hewl da ku xwe bikuje. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, E.K. piştî bi malbata xwe re dikeve nîqaşan, bi ben hewl daye ku xwe bikuje.     E., ya ji aliyê malbatê ve hat rizgarkirin û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Basayê hat ragihandin ku li wê jî tedawî red kiriye û ew sewkî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirine.   Hat ragihandin ku xeteriya jiyanê ya E.K. tune ye.