Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 179'an de dewam dike 2021-09-03 11:36:52     RIHA  - Çalakiya nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 179'an de dewam dike.    Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, ev peyman parve kir: “Hûn bi paldana qralê dest lerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin.”   Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, Nobeta xwe ya 'Edaletê' ya li ber Edliya Rihayê di roja 179’emîn de dewam kirin. Malbatê di saetên serê sibehê de, li qada ku weke “Quncika edaletê ya Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê, di çalakiyê de dowîzên “Bila edalet bê, zilm bi dawî bibe” û “Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji her kesî/ê re edalet” vekirin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Hûn dikarin sûcên xwe yên we di tariyê de kirine, veşêrin. Hûn ê hesabê komkujiya ku we li nexweşxaneya dewletê kir, li pêşberî dadgehê bidin. Hûn bi paldana qralê destlerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin. Têkoşîna me ya edaletê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 179’emîn de ye. #SenyasarAilesiİcinAdalet"