Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşê dan 'Çima tu kes dengê xwe dernaxe' 2021-09-03 09:26:37     MEXMÛR - Balafirek bê mirov û bi çek a arteşa tirk navenda bombebaran kir. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn, lê ziyan gihîşte malên derdorê.   Balafirên biçek û bê mirov a arteşa tirk îro di saet derdora 08.18’an de navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur) bombebaran kir.   Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Rojnews'ê, di êrîşê de tiştek li tu kesî nehat. Lê camên malên derdorê şikestin û ziyana maddî pêk hat. Ji ber dengê zêde yê bombebaranê, di nava zarokên wargehê de tirsek mezin çêbûye.   Piştî êrîşê welatî li cihê êrîşê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Dayikên ku hêrsa xwe anîn ziman, gotin “Ma dê heta kengî wiha êrîşî me bikin, çima tu kes dengê xwe dernaxîne?”   Çav li rê ye ku Rêveberiya Wargeha Mexmûrê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.   Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî gelek caran êrîşî wargehê kiribû û gelek welatî jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bibûn.