Li herêma agir pê ket, qalikên guleyên aydê MKE'yê hatin dîtin 2021-09-01 19:18:24     DÊRSIM - Li herêma Çemê Roj a ku 5 roj in şewat lê dewam dike, qalikên guleyên aydê MKE'yê hatin dîtin.     Şewata ku li Çemê Roj a Geliyê Pîlemûriyê ya Dersimê, di 28’ê Tebaxê de rû da, her ku diçe belav dibe. Piştî 5 rojan nû îro mudaxileyî şewatê hat kirin. Welatiyên ku ji navenda bajêr, Qislê û navçeya Depê ya Xarpetê di saetên serê sibehê de hatin herêma şewatê, ji sê aliyan ve dest bi vemirandina şewatê kirin. Helîkopterekê jî ji hewa de, dest bi vemirandinê kir. ,   Qalikên guleyên aydê MKE'yê hatin dîtin   Welatiyên beşdarî xebatên vemirandina agir bûn, qalikên gulayên aydê Endustriya Kîmya ya Makîne (MKE) ên ji helîkopterên eskerî hatine reşandin, hatin dîtin. Welatiyan, diyar kirin ku şewat ji ber gulebarana helîkopteran rû daye.