Nobeta edaletê di roja 177'an de ye 2021-09-01 11:50:55   RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku têkoşîna edaletê didomînin di peyama xwe ya weşandin de: “Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît) di roja 177’emîn de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî hat li cihê her roj lê rûdinê û dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo serdana şandeya ÎHD’ê spasî kir û wiha got: “Serokên şaxên ÎHD’ê ji bo piştevanî û hiqûqê her tim li cem me ne. Em ê di çarçoveya hiqûqê de dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”