ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-01 09:00:00   * Jinên li gundê Rizê dijîn bi çandînî û sewalkariyê debara xwe dikin. Jinan bal kişandin ser karê ku dikin û gotin: "Bi taybetî jin bi bax û baxçeyan re mijûl dibin, kedek mezin didin. Em bi hilbêrînên havînê amadekariya zivistanê jî dikin. Em bi saya vê axê debara xwe dikin." BI DÎMEN     *Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir pergala navneteweyî li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe, mirov, xweza, nirxên mirovahî xistiye bin lingan û got: "Di hedefa Tirkiyeyê de jî jin û destkeftiyên kurdan hene û nêrîna desthilatdariyê bi ya Talîban re wek heve. Lê li dijî hesabên desthilatdariyên emperyalîst jin dê rêxistinbûna xwe xurt bikin." BI DÎMEN    *Li Dêrsîmê ji ber operasyonên leşkerî agirê ku bi daristanê ket du hefteye didome û gelek qad tune bûn. Jinên çûn herêma şewat lê heye û tevlî xebatan bûn wiha gotin: “Li welat bi salane şer didome û erdnîgariya me tune dibe. Em ê destûrê nedin vê yekê.”  BI DÎMEN    * Li Şirnexê Tamer Ceylan, tundî li jina pêre hatibû zewicdandin Besna Ceylan kir û ava kelandî bi bedena wê dakir. Besnaya ku 28 sal in bi tundiyê re rûbirû dimîne banga alîkariyê kir û got: "Jinên ku rastî tundiyê tên bila bêdeng nebînin û dengê xwe bilind bikin. Ez naxwazim ku êdî jin bimirin.” BI  DÎMEN    *Platforma Demokrasî û Kedê ya Şirnexê, bi minasebeta 1'ê Îlonê li Kolana Hûnerê ya navçeya Cizîrê daxuyaniyê bide. (18.00) BI DÎMEN    * Têkildarê roja Aştiyê ya Cîhanê wê îro li Qoserê, meş were li darxistin. ( 17.30) BI DÎMEN