Li Mexmûrê koma 129'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-08-30 10:43:27     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbûna girseya gel koma 129’an dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 256 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 129’an dewir girt. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin.   Li ser navê koma 128’an Nergiz Kara axivî got: "Di serî de ev çalakiya ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin li serokatî, hemû girtiyên zîndanan û gerîllayên serê çiyan ku li ber xwe didin pîroz dikîn û wan silav dikin. Heya azadiya Rêber Apo ya fizîkî em bi biryarin ku çalakiya xwe berdewam bikin.’’   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndana" bi dawî bû.