Jinan ji bo aştiyê bang kirin: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin 2021-08-30 09:03:55     Marta Somek   STENBOL - Jinan bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kirin ku di vê pergala dijîn de aştî tune û wiha bang kirin: “Aştî jî îro wek mafê rumet û nan, bi têkoşîn û berxwedanê dikare bê bidestxistin.”   1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin siya şer, pandemî, nîjadperestî û dijminahiya li hember jinê de tê pêşwazîkirin. Jinên Stenbolê derbarê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivîn û daxwazên xwe yên der barê aştiyê de anîn ziman.   ‘Ger ku bi êrîşê re neyêm rû hev, ev şanseke’   Berîvan Saruhan daxuyakirin ku ji bo wê pirsa "aştî ji bo te çi îfade dike" şer tîne hişê wê û bi lêv kir ku ew di atmosfera şer de mezin bûye û aştî ji bo wê tê wateya şer. Berîvanê wiha bi lêv kir: “Dora mirovahiyê şer dorpêç kiriye. Ger ku îro ez rastî êrîşekê neyê, bêguman ev bi giştî şanseke. Ne ku ez di hawirek bi aram û ewlede me.”   ‘Em ê hewl bidin û li ber xwe bidin’   Berîvanê balkişand ser êrîşên nîjadperest yên li hember kurdan û wiha axivî: “Nîjadperestî tiştek cudaye. Tirkbûn tiştek cudaye. Niha ji ber em ji Tirkan cudatirin em rastî êrîşan nayên, li gorî wan kurdbûna me ji bo wan tehdîde, hebûna me ji bo wan tehdîde. Ji ber vê jî em rastî êrîşan tên. Aştî bi rûkeniyekê dest pê dike, em ê ji kenê xwe hewl bidin, bixebitin û li ber xwe bidin.”   ‘Di vê pergalê de aştî tune’   Semra Aslan, da zanîn ku  di pergala ku dijîn de aştî tuneye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di pergalek emperyal û dewletên faşîst hene de, têgeha aştiyê bi têgeha aştiyê ya ku dewlet fêm dikin re ne hemane. Rewşa şerên li Afganîstan, Suriye, Tirkiyeyê, dikare wek rewşên şer yên li hember jinan jî bê nirdandin. Ji ber vê jî aştî daxwaza hemû gelên cîhanê ye.”   ‘Jin hawirek azad dixwazim’   Semrayê bi lêv kir aştî jî bi têkoşînê dikare bê bidestxistin û wiha dawî lê anî: “Min dixwest ku di rejîmek sosyalîst de bixebitim. Pergaleke ku jin azadin, hawirek aştiyane de bijîm. Min dixwaze ku di hawireke aştiyane ku zarokên min azad li kolanan bijînde, bijîm. Aştiya destilatdariyê li ser şer e û bang kir ku divê aştî bi têkoşînê bê hûnandin."    ‘Ne pêkane em behsa aştiyê bikin’   Hatîce Urun jî destnîşan kir ku wek her kesî ew jî hawirek aram û aştiyane xeyal dike û fikrên xwe yên derbarê aştiyê de wiha rêz kir: “Di rewşa heyî de ez nikarim bêjim ku aştî heye, li welatê me jî heman tişt serdeste. Ji ber her kes bi fikare, mirov bi zîhniyeta nîjadperest re tên rû hev. Dema rewş wisa be ez nikarim behsa aştiyê bikim. Hêviya min jî ev e ku her kes wekhev û azad bijî. Ji bo aştiyê herî zêde jin têdikoşin. Divê mirov dema tên gel hev xwe îfade bikin. Civaka Tirkiyeyê û bi taybet li cîhanê jin ji bo aştiyê têdikoşin. Lê mixabin li Tirkiyeyê pêşiya jinan tê girtin. Her çiqas li qadan têbikoşin jî gelek caran  rastî astengiyan tên. Lê tevî her tiştî astengiyan jin dest ji têkoşînê bernadin.”   Ozlem Ozturk bi taybet daxuyakirin ku li Tirkiyeyê hawirek aştiyane ne pêkane û berteka xwe wiha anî ziman: “Krîza aborî, şer, nexweşî û şewat... Ez derbarê aştiyê de hawirekê nabînim. Hawira aştiyê ya xeyal dikim hawireke ku jin têde azad bin. Ez di 1’ê îlonê de banga jiyaneke azad dikim.”   ‘Ez dixwazim hêviyekê xwedî bikim’   Yeşîm Çîl derbarê aştiyê de ev peyam da: “Aştî ji bo min jiyaneke bê tirs û azad îfade dike. Lê mixabin hawirek aştiyê tune. Mirov ji bo berjewendiyan dijîn, tenê xwe difikirin. Ev jî min ditirsîne. Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe ditirsim. Dixwazim ku hêviyekê di dilê xwe de mezin bikim. Lê ez gelek ditirsim. Ez dixwazim ku her kes wekhev û azad bijîn. Ez ji dil vê dixwazim.”