Xebatên Komeleya Lêkolîn û Çavderiya Koçê ya Mezopotamya didomin 2021-08-30 09:02:53     AMED - Komeleya Lêkolîn û Çavderiya Koçê ya Mezopotamyayê ku li ser penaber û koçberan xebatan dimeşîne piştî projeya TitulArts'ê amadekariya projeyek din dikin. Civaknas Hediye Guneş a di projeyê de cih digire diyar kir ku projeya niha ku amdekariya wê dikin, li ser kesên di salên 90'î de ji Amed û derdora Amedê koçber bûne ye.    Komeleya Lêkolîn û Çavdêrîya Koçê ya Mezopotamyayê ku li ser penaber û koçberan xebatên xwe dide meşandin di sala 2020'î de hate damezrandin. Komeleya ku li ser mafên penaberan û koçberan cûr bi cûr xebat û projeyan li dar dixe, herî dawî bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn(OSAD) projeya bi navê TîtûlArts dabûn destpêkirin. Projeya ku jin û zarokên penaber ên kurd û ereb di nav xwe de dihewîne nêzî salekê berdewam kir. Her wiha Civaknas Hediye Guneş a ku di projeyê de cih digire têkildarî xebat û projeyên komeleyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew amadekariya projeyeke nû dikin.   'Em dersan bi kurdî û erebî din'   Hediye di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku vekirina komeleyê bi projeya TitûlArts'ê dest pê kir û wiha behsa projeyê kir: "Projeya TitulArts'ê ku digel hevkariya OSAD'ê pêk hat di heman demê de bi piştgiriya du saziyên bi navê Creart û Ciemen ên li Barselonayê pêk hat. Armanca vê projeyê ew e ku bi rêya hunerê piştgiriya derûnîya civakî bide jin û zarokên penaber. Di çarçoveya vê projeyê de  di nava 8 mehan de, bi atolyeyên cûrbecûr perwerdehî hate dayin. Bi perwerdeya wekî; mafên zarok û yê penaberan, şano, wêne, muzîk, tenduristî atolyeyên perwerdehiyê hatin lidarxistin. Di projeyê de bi 120 zarok û 96 jinên penaber re xebat hate meşandin. Me xwe gihandin penaberên ku ji Suriyê hatine Tirkiyê. Me di perwerdehiyên xwe de ew kirin  du kom û dersên xwe bi zimanê kurdî û erebî meşandin."   'Di 8 mehan de cûrbecûr atolye'   Hediye diyar kir ku piştî dawiya atolyeyan bi penaberan re şahiyek li dar xistine û wiha axivî: "Wekî ku tê zanîn li Amedê gelek penaber dijî. Her wiha em di ser komele û saziyên ku li Amedê ne re xwe digihînin wan. Ji xeynî wan li kolan û kûçeyan  jî em li wan rast tên. Jixwe bi piranî penaber hevdû nas dikin û bi vî awayî xwe digihînin me. Xebatên me û perwerdeya me ya li ser wan di cûr bi cûr mijaran de ye. Ez li ser mafê jinan û yê penaberan perwerdehiyê didim. Her wiha li ser zayenda civakî jî perwerdê didim. Mamosteyên me yên din jî , li ser tenduristiya jinê didin. Her wiha Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn jî li ser zarokan atolyeyan li dar dixe. Dema atolyeyên me 3 meh in. Piştî 3 mehan ku me atolyeyên xwe qedandin em şahiyekê li dar dixin. Li wir xebatên ku me kirine em pêşkeş dikin. Di Atolyeyên me yêndin de jî ji bo jinan jî li ser zayendiya civakî û tenduristiya jinê perwerde tê dayîn. Atolyeyên me 8 mehan berdewam dikin. Li wir gelek çîrokên jinan û serpêhatiyên wan jî derdikevin holê. Jin di wan atolyeyan de qala xwe û çîrokên xwe jî dikin."   Bi hunerê adaptekirina jiyanê derdixin holê   Hediye di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zarokên penaber û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi hunerê li ser psîkolojiya wan bandorê dikin û wan adapteyî jiyanê dikin. Hediye, got: "Em bi rêya malbatên wan xwe digihînin zarokan. Em ji bo zarokên ji 8 salî heta 18 salî xebatên xwe didomînin. Gava ez li ser mafên zarokan ji wan re diaxivim. Bi taybet zarokên  temenê wan13 salî û ber jor pêkanînên DAÎŞ'ê tên bîra wan. Gava em di asta cîhanî de ji zarokan re bahsa mafên wan dikin, dibêjin, 'Wextê ku DAÎŞ’ê êrîşî me kir tu dewlet xwedî li me derneketin'. Em wê demê dibînin ku zarok gelek bê hêvî mane."   'Xebatên me bandorek xurt kirin'   Hediye bi lêv kir ku xebatên wan li ser penaberan bandorek xurt kirine û got: "Xebatên me li ser wan rastî jî bandorek gelek baş kirin. Hem wan encam girtin hem jî me encam girtin. Hem ewlehiyek çêdibe hem jî êdî jin qala çîrokên xwe dikin. Em ê piştre wan encamên ku me ji wê projeyê girtin wek raporek biweşînin. Li komeleyê dilgermiyekê dibînin û carinan jin naxwazin ji vir biçin. Atolyeyên em ji bo jinan çêdikin du mehan berdewam dikin. Lewra di navbera me de ewlehiyek çêdibe. Di destpêkê de jin gelek girtî ne lê bi demê re hêdî hêdî vedibin û êdî qala çîrokên xwe dikin.  Wekî mînak bêjim; Jinek dibêje, wextê ku DAIŞ’ê ketiye Reqqayê ji tirsan nekariye ji mal derkeve û wisa bandora giran li ser derûniya wê çêkiriye ku ditirse vegere Suriyê.  Ji ber ku jin wê derûniyê dijîn bandorê li zarokên wan jî dike. Hîn jî di bin hişê zarokan de ev trajediya ku jiyane heye. "   ' Li her deverê penaber rastî êrîş û tundiyê tên'    Hediye bal kişand ser êrîşên li ser penaberan jî û destnîşan kir ku penaber xwe aîdî tu cihî hîs nakin û wiha pêde çû: "Mixabin li Tirkiyê li penaberan tundî û zext tên kirin. Ji ber vê yekê penaber naxwazin di şertên ku li Tirkiyeyê tê de ne bijîn. Jinên penaber dibêjin; “Ez nikarim tu derê wek mala xwe bibînim, nizanim mala min li ku ye." Ango jin û zarok xwe bêwar hîs dikin û derûniya wan nebaş e. Em mafê wan ji wan re dibêjin. Lê belê gelek jin dibêjin “ Tiştek were serê min jî ewlehiya me tune ye û em nikarin serî li saziyan bidin." Lê bi vê projeyê û xebatên ji bo wan penaber hinek jî be xwe di ewlehiyê de dibînin. Ji ber ku li her derê êrîşî wan tê kirin.  Li Enqereyê jî êrîşî penaberan kiribûn. Piştî wê rojê dersa me hebû. Gelek penaber ji wê bûyerê bibandor bibûn û tirsiya bûn. Dibêjin; "Heke li wir êrîş  hatibin serê wan wê demê dê bê serê me jî."    'Projeya niha li ser koçberan e'   Hediye di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo projeyeke nû jî amadekariyên xwe dikin û wiha axivî: "Projeya ku niha em ê bidin destpêkirin, li ser kesên ji Amed û derdora Amedê koçber bûne ye. Rastî jî em kurd ji salên 90’î de heta niha li gelek deverên Tirkiyê koçber in. Em dixwazin li ser wan jî xebatekê  bikin. Her wiha bi wê xebatê re em dixwazin pirtûkxaneyekê jî ava bikin. Ji bo ku kesên bixwazin li ser koçberî û penabertiyê lêkolînek bikin rapor û xebatên me wek çavkanî  bi kar bînin."