‘Em destûrê nedin ku fermanek nû bînin serê Civaka Êzidî’ 2021-08-30 09:01:50     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar, têkildarî êrişên li ser Şengalê axivîn û gotin: “Civaka Êzidî ku 74 ferman jiyane dev ji axa  xwe bernedaye. Xwe rêxistin kiriye warê xwe parastiye û bi ser ketiye. Lê  Tirkiye îro carekedin êrîşî Şengalê dike. Em destûrê nedin fermanek nû.”   Di 16'ê tebaxê de balafirên Tirkiyê bombe li navenda Şengalê Sûka Kevn barandibûn û di encama êrîşê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen, birazîyê wî şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn. Di 17'ê tebaxê de jî balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li ocaxa tenduristiyê ya li gundê Sikêniyê yê bi ser Şengalê ve barandin û di wê êrişê de jî 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn.    Jinên siyasetmedar, têkildarî êrîşên li ser Şengalê de axivîn.   ‘Êzîdî dev ji ax û welatê xwe bernadin’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkın, anî ziman ku îqtîdara AKP’ê li dijî Gelê Kurd bi salan e êrîş û komkûjiya pêk tîne û wiha berdewam kir: “Erdogan ji roja ku hatiye ser îqtîdarê vir de li çar parçeyê Kurdistanê êrîşî kurdan dike. Ji ber vê yekê jî em êrîşên ku îro li dijî Şengalê tên kirin şermezardikin. Civaka Êzidî li Şengalê ji 74 fermanan derbas bû. Dema fermana 74’an bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û jinên êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin. Jinên êzîdî di bazaran de hatin firotin û îro hîn aqûbeta bi hezaran jinên êzîdî jî ne diyare. Em jin êrîşên vê îqtîdarê tim şermezar dikin û qebûl nakin. Îqtîdar êrîşî Gelê Kurd û bi taybet jî êrîşî jinan dike. Civaka êzidî li gel ewqas fermanan jî dev ji ax, welat û çanda xwe berneda. Li dijî hemû êrîş û zordariyan tim li ser piyan ma û li berxwe da. Ev civak hîna jî xwe bi rêxisitn dike û li ber xwe dide. Ji ber vî yekê jî îqtîdara AKP’ê bila baş bizanibe ku Gelê Kurd tu carî dev ji berxwedana xwe bernade û dê welatê xwe biparêze.  Gelê Kurd û kurdên êzîdî bi êrîş û komkûjiyan xilas nebûn û nabin. Armanca îqtîdarê ew e ku Şengalê dagir bike û Civaka Êzîdî ji warê wan koçber bike. Lê ev civak dev ji ax û welatê xwe bernade.”   ‘Em destûrê nedin ku li ser êzîdiyan fermana 75’an bê kirin’   Zozan, destnîşan kir ku çar parçeyê Kurdistanê di bin êrîşan de ye, bi taybet êrîşî jinan tê kirin û wiha domand: “Îqtîdar dixwaze jinê tune bike û kole bike. Lê jin li dijî hemû êrîşan li qadan e û li ber xwe didin. Jin îro li dijî êrîşan bûne mertal û li qadan şer dikin. Vîn, hebûn û hêza jinê tu carî dê tune nebe. Divê gelê me li hember êrîşan bêdeng nebîne. Li dijî şerên li ser Şengalê jî divê bêdeng nemînin û rabin ser piyan. Em bêdengiyê qebûl nakin û nahêlin li serê êzidiyan fermana 75'an bê rakirin   ‘Berxwedana Civaka êzîdî bi ser ket’   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Silopiyê Fehîme Saruhan jî êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê şermezar kirin û fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê anîn serê êzidiyan bi bîr xist. Fehîme,  bi van gotinan behsa fermana wê demê kir: “Di wê fermanê de 5 hezar êzîdî hatin qetilkirin û 10 hezar êzîdî jî di destên DAÎŞ’ê de dîl hatin girtin. Niha jî bi hezaran jinên êzîdî tu agahî ji wan nayê girtin û em nizanin li ku derê ne. Lê PDK'a ku pêşmerge ji wê kişandin winda kir û berxwedana Civaka Êzidî bi ser ket.”   ‘Êzîdî çand û baweriyek e’   Fehîme, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Şengalê îro hîn berdewam dikin û wiha pêlda axaftina xwe: “Bi destên dewletê carekedin êrîşî Şengalê tê kirin. Ji van êrîşên dewleta tirk xuya dibe ku dixwazin fermanek nû bînin serê êzidiyan. Di meha ku fermana 74'an pêk anîn de careke din êrîşî şengalê kirin û di encama van êrîşan de hin kes hatin qetilkirin. Em jin êrîşên ku li ser Şengalê tên kirin qebûl nakin. Êrîşên li ser Şengalê tê kirin li dijî nirx, çand, bawerî û dîrokekê tê kirin. Çawa ku ola Îslamiyetê bi nirxên xwe heye, mafê êzîdiyan jî ku çand û nirxên xwe bidin jiyîn. Komkûjiyên ku li ser êzîdiyan tên kirin ji aliyê îqtîdaran ve bûye wekî çandekê. Lê Civaka êzidî êdî ne mîna berê ye. Ji bo welat û axa xwe biparêze xwe bi rêxistin û bi çek kiriye. Di her qadê de hêzên wan hene. Êzidî  xwedî li ax û çanda xwe derdikevin. Lê ev têrê nake. Divê hemû kes ji bo parastina Şengalê rabin ser piyan û piştgiriyê bidin Şengaliyan. Êrîşa li dijî şengalê bê pîvan û bê ehlaqî ne.  Ji ber ku ehlaq û pîvaneke şer heye. Bi Taybetî êrîşî jinan dikin. Di sedsala 21’ê de êrîşî jinan dikin. Jin li dijî hemû êrîş û zordestiyan bi berxwedana xwe Şengalê rêve dibin. Divê şengal bi tenê neyê hiştin.  Êzidyayet çand û baweriyek e û divê bê parastin.”   ‘Em xwedî Şengalê derkevin’   Fehîme, di dawiya axaftina xwe de got ku Civaka Êzidî li dijî hemû fermanan jî dev ji çanda xwe bernedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êzidiyan çanda xwe parastine û li dijî evqas êrîş devjê bernedane. Ev jî kedekê pîroz e. Tu carî dev ji baweriya xwe bernedan. Divê em xwedî li Şengalê û êzidiyan derkevin.”