'Zu an jî dereng dê edalet bi ser keve' 2021-08-29 12:42:37     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta "edaletê di roja 174'an de berdewam dikin. Emîne û Ferît di peyma ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal weşandin gotin, "Zu an jî dereng dê edalet bi ser keve."   Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê di êrişa  parêzvan û xizmên Parlamenerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî xelas bû re, çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” ya li pêş Edliya Rihayê di roja 174’emîn de dewam kirin. Ji ber avahiya edliyeyê girti bû, malbatê çalakiya xwe ya îro, li mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê dewam kir.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, hesabên Dadgeha Destûra Bingehîn, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqerê û Baroya Dîlokê etîket kirin û ev peyam parve kir: “Nexweşxane, wêneyê dozgerên ku li doza qetlîamê mêze dikine. Hewl didin zexta dayikê ya li ser dozgeran rakin. Zû an dereng dê edalet bi ser keve. Kesên hatin hilbijartin dê biçin. Rê xuya dike.”