Greva birçîbûnê li zindanan di roja 276'an de didome 2021-08-29 10:41:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan hatibû destpêkirin di roja  276'emîn de bi koma 50'emîn berdewam e.    Di 27'ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê 276 roj in didome. Çalakî duh ji aliyê koma 50'emîn ve dewer hatibû girtin.   Çalakî li Yewnanistanê di roja 238'an de ye   Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike. Ev çalakî jî di roja 238'an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.