Esengul Demîr: Li dijî şerê global divê têkoşîneke global hebe 2021-08-29 09:04:13     Habîbe Eren   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser polîtîkayên ku 20 sal in AKP-MHP dimeşîne û got: "Hikûmet li dijî karasetên wek lehî û şewata ji ber germahiya global pêk hat, nikaribû tu tiştekî bike.Vê rê li ber bertekên cidî yên civakî vekir. Ev jî têr nake, niha jî dixwaze li Efganîstanê rol bigire."   1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe ligel tevahiya cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê polîtîkayên şer giran dibin. Li Sûriyeyê bandora şerê 10 salan didome û operasyonên Tirkiyeyê yên dersînor yên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Rewşa Efganîstanê li holê ye. Ev tişt bi hemû bi xwe re qeyrana siyasî, aborî û civakî tîne. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr bi minasebeta 1’ê Îlonê ji ajansa me re axivî.    ‘Têkoşînek global pêwiste’   Esengulê destnîşan kir ku demên dawî de hemû pirsgirêk nav hev de pêş dikeve û vediguhere pirsgirêkên mezin û got: “Erdnîgariya ku Rojhilata Navîn, Asya û Tirkiye jî tê de ye, pirsgirêkên mezin dijî. Li dijî vê pirsgirêka global divê têkoşînek global hebe. Krîza aborî û ya civakî ku pandemiyê afirand; di navbera welatên kêm pêşketî de cudahiya çînî derxistiye holê. Ev jî nîşan dide ku divê gelên xizan yên li van welatan dijîn li dijî sermayê û burjuvaziyê têbikoşin.”   ‘Serdest û emperyal rejîmê îthal dikin’   Esengulê bi lêv kir ku serdest û emperyal li deverên cuda yên cîhanê rejîmê îthal dikin û wiha duxuyand: “Kontrolkirin, ji çavkaniyên welatên din fêde girtin û pevçûna navbera desthilatdariyan de salên dawî de rê li ber pirsgirêkên kaotîk vekir. DYA, Rusya û welatên din yên serdest, di encama siyaset ali hember Rojhilata Navîn û Asya dan meşandin de, li Rojhilata Navîn bi salane şerê vesayetê tê meşandin. Bi têkoşîna ku kurdan li dijî DAIŞ’ê meşand de hevsengî guherî lê niha têkoşîn û hevsengiyek din tê jiyîn.”   ‘Polîtîkayan rê li ber krîzek mezin vekir’   Esengulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir daxwaza Tirkiyeyê ya ku li Rojhilata Navîn dixwaze bibe xwedî gotin û tevlî şer bibe ji dema Osmanî de didome û ji daxwaza binpêker diqewime. Esengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev daxwaz ji aliyê AKP-MHP’ê ve dîsa hat rojevê. Bi tevlîbûna Tirkiyeyê ya şerê li Sûriyeyê re, hem pirsgirêkên Tirkiyeyê mezin bûn hem jî neçareseriya pirsgirêka Kurd giran bû. Tevlîbûna Tirkiyeyê ya şerê Sûriyeyê û demên dawî de tevlîbûna Iraqê, nêrîna wan ya li hember mijara kurd nîşan dide. Polîtîka Tirkiyeyê rê li ber mezinbûna pirsgirêkên aboriyê jî vekir. Niha krîzek cidî ya aborî û siyasî tê jiyîn.”   ‘Pêvajoya kaotîk giran kir’   Esengul di nirxandina xwe de baldikişîne ser polîtîkayên ku 20 sal in AKP-MHP dimeşîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber vê li Efganîstanê rolek wisa dan Tirkiyeyê. AKP-MHP ya ku di navxwe de nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, li aliyê din berpirsyariyek wisa girt û pêvajoya kaotîk giran kir. Hikûmet li dijî karasetên wek lehî û şewata ji ber germahiya global pêk hat, nikaribû tu tiştekî bike.Vê rê li ber bertekên cidî yên civakî vekir. Ev jî têr nake, derket holê ku Tirkiye dixwaze li Efganîstanê rol bigire. Ewlehiya Balafigeha Kabîlê girtiye ser xwe. Bi tevlîbûna Tirkiyeyê re pêleke cidî ya koçberbûnê dest pê kir. Vê pêla koçberbûnê rê li ber pêla şoven û nîjadperest vekir."   ‘Divê têkoşînek hevpar bê meşandin’   Esengulê dawiya axaftina xwe de balkişand ser mijara penaberî û koçberiyê û got: “Ev pirsgirêk li hemû cîhanê didome. Ji ber polîtîkayên kapîtalîst yên pergala kapîtalîst mirov nikarin li warê xwe bijîn û berê xwe didin rojava. Dema nû de pê mijara penaberiyê pirsgirêka herî mezin be. Bi vê re jî pirsgirêkên ekolojîk gelek cidî ne. Ji ber vê divê hemû bindest li dijî vê têbikoşin. Ji bo aştî pêk bê divê sedema polîtîkayên şer derkevin holê. Di encama polîtîka dijminahiya li hember kurdan, xizanî û betalî li gel vedigere. Di salên dawî de gel jî vê êdî dizane. Sedema şewatan HDP û kurd hatin nîşandan. Ger ku demek din de bûna wê ev wisa bihata qebûl kirin. Lê ev pêl êdî ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin.”   Esengulê balkişand ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxuyakirin ku ev di heman rojê de roja bindest, gelên hatine qetilkirinê ye û got wê di 5’ê îlonê de li qada Bazarê ya Bakirkoyê bên cem hev û banga tevlîbûnê li hemû gelan, jin û kedkaran kir.