Dayikên Aştiyê: Bi Abdullah Ocalan re aştî pêkan e 2021-08-29 09:01:34     Sema Çaglak    AMED - Endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê bangewaziya aştiyê kirin û gotin: "Xaka Rojhîlata Navîn bi xwînê tê avdan û tu carî guh nadin daxwazên aştiyê yên gelan. Lê em dayikên kurd, têkoşîna xwe ya pêkanîna aştiyê ya li ser vê erdnegariyê û ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan dê li qadan bin."   1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ev roj li tevahiya cîhanê bi çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin. Di çalakiyan de peyamên aştiyê tên dayîn. Siyaseta ku ji hêla serdestan ve li Rojhilata Navîn tê meşandin rê nade ku aştiyeke mayînde li welatan pêk bê. Gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn tu carî ji siyaseta ku hatî meşandin sûde negirtin. Tenê binçavkirin, girtin, kuştin, qirkirin, dagirkirin, xizanî, birçîbûn û koçberbûn bû para gelên Rojhilata Navîn.   Herî zêde jî kurd ji siyaseta ku tê meşandin bi bandor bûn. Dayikên kurd, bi salane, li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat ji bo şer raweste û aştî pêk bê di nav tegerê de bûn. Endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.    ‘Guh nedan daxwazên me yên aştiyê'    Endama Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît diyar kir ku bi salane li ser navê Dayikên Aştiyê banga aştiyê dikin û got: "Banga ku em ji bo aştiyê dikin mixabin nayê bihistin. Dayik hertim aştîxwaz in û tu carî cudakariyê nakin. Tenê ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Em bi sala ne hem ji bo kurdan hem jî ji bo tirkan banga pêkanîna aştiyê dikin. Lê em tên binçavkirin û girtin. Ji bo aştî pêk bê me serî li her qadê da. Me li kolanan daxwazên xwe anî ziman. Dem hat me li Enqerê kon veda, laçikên xwe avêt erdê. Ji bo ku şer raweste. Lê dewletê guh neda daxwaza me yên aştiyê. Ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe şer dixwazin."   ‘Em bûn pira aştiyê’   Nafiye di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hewldanên dayikan: "Aştî hesreta me ye. Îro dayikên ku aştiyê dixwazin kezeba wan dişewite. Bila kezeba tu dayikan neşewite. Em ji bo aştî pêk were bûn pira aştiyê ya di navbera du aliyan. Em bûn wek mertala zindî. Li Rojhîlata Navîn şer heye. Êrîşê Şengalê kirin, nexweşxaneyê bombe kirin. Tu cudahiya mirovan nakin hema hemû kesan dikujin. Banga me ji dayikan re ew e ku bila êdî bikevin nava hewldanan."   ‘Ji xiyanetê re êdî bes e'    Nafiye di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser şerên navxweyî û banga yekitiyê kir û got: "Em şerên naxweyî naxwazin. Bila êdî şerên birakujî çênebe. Me kurdan têra xwe êş û kuştinê dît. Bila ji bo yekitiyê gav bê avêtin. Em xelkê vê welatî ne. Bese êdî di navbera xwe de xiyanet bikin. Gava dengê balafirek tê êş dikeve kezeba me. Ji ber vê şer û zilmê xew nakeve çavê dayikan. Em destê xwe bidin destê hevdû û yekitiya xwe pêk bînin. ”   ‘Mifteya aştiyê li îmralî ye’   Afîfe Kartal diyar kir ku niha li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Em çiqas bêjin aştî û yekitî ew dibêjin kuştin û şer. Lê em ê heta dawiyê bêjin aştî û azadî. Em dixwazin êdî ew tecrîd rabe. Aştiyek were vê welatê. Hem tecrîda li ser Ocalan hem jî tecrîda li ser vê gelî bila bi dawî be. Rewşa girtiyan gelek xirab e. Em malbat ji ber rewşa wan di nav fikaran de ne. Em êdî çareseriyê dixwazin. Êdî naxwazin tu kes bê kuştin.”   ‘Xaka Rojhîlata Navîn bi xwînê tê avdan’   Afîfe êrişa li hemberî Şengalê şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xaka Rojhîlata Navîn bi xwînê tê avdan. Ew zîhnîyeta şer cudakariyê nake jin, zarok, pîr û kalan dikuje. Her wiha ez zilma li Efganîstanê ya li hemberî jinan şermezar dikin. Ji bo ev zext û şer biqede divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.  Em aştî û wekheviyê dixwazin û divê bi teqez tecrîd bê rakirin.”   ‘Ne ji bo şer ji bo aştiyê dadikevin qadan'   Herî dawî jî Sultan Altan axivî û diyar kir ku ew 20 sal in ji bo aştiyê li kolanan têdikoşin û wiha bi lêv kir: "Em wekî her sal jî bi minasebeta 1'ê Îlonê bangewaziya xwe ya aştiyê dubare dikin. Rojhîlata Navîn ji aştiyê re tî ye. Em kengê ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin, ew bi şer bersîva me didin. Ji bo daxwaza me ya aştiyê jî zext û zordarî li ser me dikin. Em ne ji bo şer, ji bo aştiyê dadikevin qadan. Em naxwazin tu kes bimire, dayik rondikan bibarîne. Bes êdî kezeba dayikan şewitandin! Kî dibe bila bibe divê ji bo şer nemire. Em dixwazin xwesteka me ya aştiyê pêk bê. Herî zêde dayik aştiyê dixwazin. Ez bang dikim ku ji bo aştiyê divê her kes têbikoşe."