Zaroka 13 salî li dijî zewicandinê dawî li jiyana xwe anî 2021-08-28 16:32:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê zaroka 13 salî Roşenek Hesen Elîlû li dijî zewicandina bi zorê ya malbatê dawî li jiyana xwe anî.    Li navçeya Kotol a bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê zaroka bi navê Roşenek Hesen Elîlû li dijî zewicandina bi zorê ya malbatê agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî.    Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) malbata Roşenek xwestiya bi zorê wê bizewicînin, lê ji ber ku Roşenek nedixwest bizewice dawî li jiyana xwe aniye.