Li Mexmûrê 5'emîn Konferansa Mamosteyên Jin dest pê kir 2021-08-28 11:27:08   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê 5’emîn Konfaransa Mamostayên Jin bi tevlîbûna 100 delegeyan pêk tê. Mamosteyên jin xebatên xwe yên du salan nîqaş diikin û dê plansaziya pêşerojê bikin.    5’emîn Konfaransa Mamosteyên Jin ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi beşdarbûna 100 delegeyan bi dirûşma “Em ê bi ruhê Esmayan, Hêviyan, Amarayan û Berwelatan têkoşînê bikin û Rêber Apo azad bikin” li Mala Gel dest pê kir. Konfarans bi rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordînayona Meclîsa Îştar Fedîla Tok ve hat kirin.     Fadîla di destpêka axaftina xwe de konferans pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di destpêkê de vê konfaransê li Rêber Apo û hevalên ku di vê qadê de ked dayîn pîroz dikin û vê konfaransê hem diyarî Rêber Apo hem jî diyarî şervanên azadiyê dikin. Di demek wisa hesas de li darxistina konfaransa mamostayên jin serkeftineke. Erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê me gelek girane û divê rojê em gelek caran li ser erka xwe lêhurbûnê bikin û di giraniya erk û berpirsyartiya xwe de bin. Ger em îro mamostayên civaka xwe û zarokên xwe bin barê me gelek girane. Lê em dibînin ku di navendek ya şer û êrîşek topyekum li ser destkeftî û îdeolojiya Gelê Kurd heye. Em weke gelê wargeha Mexmûr dibêjin em penaberên azadî ye ne û em rêwiyên azadiyî ne ji ber vê barê me gelek giran e. Em weke wargeh di zindanek ser vekerî dene ji ber wê zehemetiyên ku em dikêşin gelek e.”   Piştî axaftina vekirinê raporên xebatên dû salan hatin xwendin. Konfarans bi nîqaşa xebatên dû salan dewam dike.