Çalakvanên Mexmûrê: An azadî yan azadî 2021-08-27 15:05:00     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 127’an 253 roj in çalakî didome.  Çalakvanên grevê da zanîn ku heta dawiyê dê berxwedana xwe bidomînin û gotin: "An azadî yan azadî."   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 253 roj in berdewam dike. Ciwanên wargehê di koma 127’an de cih digirin. Şêniyên wargehê tên serdana çalakiyê.    Li ser navê koma ku çalakgeran ziyaret kirin Rûbar Îlhan axifî. Rûbar, bal kişand li ser girîngiya çalakiyê û got: “Ev 274 roj in hevalên li zindanan di çalakiyê de ne. Yê wargeha me jî 253 rojên wê temam bû. Li hemberî vê berxwedanê ev demek dirêj çêbû ku wargeha me xwedî li çalakiya hevalên li zindanan û Yunanîstanê derdikeve. Dema mirov li wargeha me mêze dike, wargeh li ser felsefeya Rêber Apo de dijî. Şeva berê heman feraseta ku Rêber Apo wî dawetî Gelê Kurd dike, bûyera ku li wargehê çêbû felseya Rêber Apo hîn zindî kir û ava kir. Ji ber ku di têkoşîna tevgera Kurdistanê de Rêber Apo her tim xwestiye civakê azad bike û ev civak li ser bingehê nirxên xwe têkoşînê bimeşîne. Ji ber vê wargeha me wargehekî xwedî rûmet e. Hezekî pir mezin heye. Ev hêza şehîdan e. Hêza rihê Apoyî ye. Hêzekî ya fedaî ye ku wargeha me tê de jiyan dike. Ji ber vê yekê çalakiya we çalakiyekî pir bi rûmet e. Di bingehê têkoşîna Rêber Apo de azadiya jinê heye. Jina azad û têkoşêr bingehê felsefeya Rêber Apo ye. Em jî weke parçeyekî ya têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê dimeşe pir kêfxweş in. Li Rojhilata Navîn yê ku bikaribe gel xilas bike felsefe û têkoşîna Rêber Apo û berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê tên meşandin e."    ‘An azadî, an azadî’   Piştî axaftina Rûbar Îlhan, li ser navê koma çalakiya 127’an Rûhêyv Efrîn axifî. Rûhêyv xêr hatina koma gel kir û wiha axivî: “Weke ku hûn hemu jî dizanin em ji pêvajoyekê zehmet derbas dibin. Li her çar aliyên Kurdistanê şer heye. Bingehê civakê ciwan bi xwe ne. Ji ber vê dijmin herî zêde êrişî ciwanan dike û dixwaze ciwanan bidest bigre. Ji ber vê jî divê bi taybetî weke jinên ciwan em helwestên xwe li hemberî vê yekê nîşan bidin. Heya ku em agahî ji Rêbertiya xwe bigrin emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em ji hemû hevalên xwe û gelê wargehê re serkeftinê dixwazin û dibêjin ‘an azadî an azadî’. Wê serkeftin ya gelê me be.”   ‘Em ê dest ji çalakiyên xwe bernedin’   Çalakvan Mîzgîn Tumok jî piştî bernameya serdanê ji ajansa me re wiha axivî: "Li ser navê koma me ya 127’emîn em ji hemû çalakvanên grêvên birçîbûnê re serkeftinê dixwazin. Em dibêjin heya ku serokê me di warê fîzîkî de azad nebe em tu caran dest ji çalakiya xwe bernadin.”   Çalakvan Helen Edis jî ji ajansa me re wiha nêrînê xwe anî ziman: “Çalakiya grêva birçîbûnê bi koma me ya 127’emîn berdewam dike. Heya ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em weke jinên ciwan ên wargehê û weke gelê wargehê dest ji çalakiyê bernadin. Dewleta Tirk êrişî Gelê Kurd dike, êrişê zarokên Mexmûrê ango zarokên Rêber Apo dike. Ji ber vê weke zarokên Rêber Apo heya ku em agahiyek ji Rêbertiya xwe negrin, heya ku em di warê fîzîkî de Rêbertiya xwe azad nekin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”