Di serî de daraz baweriya jinan bi saziyên dewletê nayê! 2021-08-27 09:03:59     AMED - Jinên li Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re dixebtin diyar kirin ku jinên tundî li wan tê kirin, ji bo ku xwe bigihînin saizyên civakî ji aliyê raydarên dewletê û hin kesên di nava civakê de tên astengkirin û anîn ziman ku jinên serlêdanê dikin di serî de daraz bi saziyên dewletê bawar nabin.     Tora Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re ku ji 7'ê Adara 2019'an ve li amdê hatiye avakirin di rapora xwe ya ku di 21'ê Cotmeha 2020'î de weşand diyar kir ku 1841 kesî ji ber tundiyê serî li wan daye. Derbarê serlêdanên 2021'ê de jî rapora ku hatiye amadekirin li bendê ye ku di dawiya salê de bê weşandin.    Ji Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim û Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tiranç Îpek Ulaş derbarê serlêdanên jinan ên li saziyên jinan û astengiyên li hember jinan ên di dema serlêdanê de nirxandin kirin.    'Jin dema serlêdanê dikin dikevin gûmanê'   Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Derya Yildirim, diyar kir ku herî zêde di warê tundiya li nav malê û êrîşa zayendî de serlêdan tên kirin û got, " Jinên ku êrîşa zayendî jî li wan tê kirin zûbizû serî li saziyan nadin. Sedema wê jî ew e ku di fikra dibe ku kiryar neyê cezakirin de ne û  ji ber zextên li nava civakê li wan bê kirin bi fikar in. Jina ku destdirêjî lê tê kirin di serî de ew naxwaze qebûl bike. Piştî ku qebûl dike jî li zextên ku wê di nava civakê de lê bên kirin difikire. Piştî ku van hemûyan derbas dike jî dikeve fikra ku gelo wê kriyar bê cezakirin.  Jinên ku diçin qereqolan ji aliyê peywirdarên ku bi wan re têkiliyê datînin ve tên astengkirin û nahêlin ku gilî bikin. Malbat jî bi awayekî din îkna dike, dibêje ku tu jinî tiştek nabe û jinan asteng dike."   'Em li gorî daxwaza jin tevdigerin'   Derya diyar kir ku ew li gorî serlêdana jin tevdigerin û berdewam kir, "Heta ku doz tê vekirin em serlêdana sûc dişopînin. Dema ku jin destûrê dide jî em bi çapemeniyê re parve dikin. Em ji saziyên cuda ên jinan piştgiriyê dixwazin. Hin jin tenê dixwazin ku komele bi wan eleqedar be. Ji ber wê em bi çapemenî an jî saziyeke din re rewşa wan parve nakin. Hin jin jî mixabin tenê serlêdanê dikin û dihêlin .Dibêjin bila ev serlêdan hebe ku dema tiştek bê serê min bila zanibin ku berî vê jî hewldaneke min heye.  Jinên ku alîkariya derûnî dixwazin jî hene. Wê demê em bi saziyên têkildar re dikevin têkiliyê. Em li gorî daxwaza jinê tevidgre û di warê hiqûqî de piştgiriyê didin wan."   'Polîtîkaya bêcezatiyê heye'   Derya anî ziman ku tişta tê kirin têra parastina jinan nake û li gel têkoşîna jinan a bi salan polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ne. Derya wiha berdewam kir, "Jin piştî hemû astengiyan derbas dike jî têkoşîna dayî wekî tê xwestin bi encam nabe. ji ber ku polîtîkayên bê cezatiyê yên wekî rewşa baş, tahrîk û kêmbûna delîlan di meriyetê de ne. Ev rewş jî jinê bêzar dike. Ev jî ji ber polîtîkayên bêcezatiyê di meriyetê de ne."   'Ji her alî ve tundî li jinan  tê kirin'   Parêzer Elîf Tiranç Îpek Ulaş jî diyar kir ku wan ji roja Tora Têkoşîn bi tundiya li ser jinê re ava kirin sê rapor amade kirine û got, "Di raporên ku amade dikin de em dibînin ku jin bi her awayî tundiyê dibînin. Jina di warê fîzîkî de tundiy bibîne di warê psîkolojîk de jî dibîne û ya ku tundiya psîkolojîk bibîne ya aborî jî dibînin. Bi her awayî tundî li jinan tê kirin."   'Saziyên dewletê ji tundiyê re çareseriyê nabînin'   Elîfê diyar kir ku li gorî demên berê jin niha bêhtir dizanin ku wê serî li kîjan saziyan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe,"Gelek sazî ji ser medya civakî serlêdanan digirin. Bi têkoşîna ku heta roja îro li dijî tundiyê hatiye dayîn re êdî jin zanin ku dema tundî li wan bê kirin wê serî li ku bidin. Ji ber ku em di demên dawîn de dibînin jin herî zêde li herêmên bejahî tên qetilkirin .Li wan deran jin tênê serî li saziyên dewletê didin û ew jî nabin çareserî."   'Qeyûm jinan asteng dikin'   Elîfê anî ziman ku beriya qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin saziyên piştevaniya bi jinê re hebûn û ji bo xwe bigihînin jinan xebat didin meşandin û got, "Lê piştî ku qeyûm hatin tayînkirin ev sazî hatin girtin. Bi rêya van saziyên ku hatin girtin jin dihatin hişyarkirin. Lê bi girtina saziyan re êdî xwegîhandina jinên li herêmên bejahî zahmet bû. Lê li gel vê jî Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re hewl dide xwe bigihîne van herêman. Tundiya li ser jinê li herêmê bê sînor e. Em serlêdanên ji ber tundiyê ji kesên temenê wan di bin 18  salî de jî digirin. Li gel tundiya ku sînoran nas nake têkoşîneke bê sînor jî heye."