Zimanzan Necmiye Alpay: Dixwazin kurdî tune bihesibînin 2021-08-27 09:02:36     Habîbe Eren    STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay, bal kişand ser gotina pêşkeşvana bernameyê Dîdem Arslan û got: "Ligel Dîdem Aslan gotinên Muherrem Înce jî hebû. Tişta ku ne li gorî pedegojiyê rastiya ku tê veşartine. Ev nêzîkatiyên li hemberî ziman tê wateya domandina polîtîkayên zext û zordariyê."   Polîtîkayên taybet ên li hemberî zimanê kurdî yekser didomin. Ji ber axaftina bi kurdî û guhdarkirina stranên bi kurdî hertim li Tirkiyeyê bûye hinceta êrişên nijadî. Ev tişt parçeyeke asîmîlasyon û tunehesibandinê ye. Çend roj in pêşkeşvana bernameyê Dîdem Arslan di rojeva Tirkiyeyê de ye. Gotin û helwesta wê parastina dijminatiya li hemberî ziman û tune hesibandina ziman bû. Piştî ku bertek û nerazîbûn bi taybetî li ser medyaya dijîtal zêde bû dest bi xweparastinê ya ku xelet hatiye femkirinê kir. Zimanzan Necmiye Alpay, derbarê rewşê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên asimîlasyonê ya li hemberî zimanê kurdî.    'Polîtîkaya zext û zordariyê tê domandin'   Necmiye, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser bernameya Dîdem Aslan: "Dîdem carek got 'ez hinek fêm dikim", piştre got 'Ev der Komara Tirkiyeyê' di navbera gotinan de nakokiyek heye. Dîdem tecrûbeyên wê yên bernameyan gelek in û çima wisa bû, ev jî nedixwest wisa bibe. Desteke veşartî heye û bêtehemûlî nêz dibe."   Necmiye, bal kişand ser gotina Muharrem Înce û got: "Gotinên wî ya li ser ziman 'Ne li gorî pedegojiyêye' zimanê kurdî hedef nîşan da. Kurd û kurdî rastiyeke û divê perwerdeya wê bê dayîn. Ji bo zarokên kurd hewcedariyeke, tiştên berowajî vê tê gotin tenê xapandine. Tişta ku ne li gorî pedegojiyê rastiya ku tê veşartine. Ev nêzîkatî tê wateya domandina polîtîkayên zext û zordariyê."   'Dev ji gotina zimanê rojhilatî berdin'   Necmiye, diyar kir ku êdî kenê mirovan ji gotina 'Zimanê rojhilatî' tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî destkefitiyên 20 salî kenê mirovan ji gotinên bi vî rengî tê. Îro êdî ev tişt derbasdar nabe. Wekî Dîdem Aslan dê gelek mînakên bi vî rengî yên ku di nakokiyan de dimînin derkevin holê. Dema polîtîkayên zextê bi fermî bê ferzkirin dê mînakên bi vî rengî derkevin rûyê erdê."   Li dijî êrişên li ser zimanê kurdî jî Necmiye wiha axivî: "Li dijî êrişên li ser ziman divê mirov bi zanebûn nêz bibe. Bertekên ku ji gel tê bi zanetî ye. Li ser Twitterê 'kesên ku kurdî dizanin bila peyveke bi kurdî binîvsinin' hat parvekirin. Kampanyayeke biçûk lê bi bandor bû. Tiştên bi vî rengî piştevaniyê bêtir mezin dike."   'Mirov bi hêzar rêbazê dikare bêje 'Ez te fêm nakim'   Necmiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku cîranê xwe înkar bike xwe jî înkar dike. Werêktiya ku li Îspanya û Britanyayê hatî nîşandan li vir jî divê bê nîşandan. Em çi nîqaş bikin divê bi zimanê bi hevokên aştiyê be. Ji bo aştiya civakê ev tişt hewceye. Mirovek li ber me bisekîne û tu jî bêjî 'tu tuneyî' tişta herî xirab e. Mirov bi hêzar rêbazê dikare bêje 'Ez te fêm nakim'."