ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-27 09:00:00     * Gundiyên Rîzê bertek nîşanî projeya HES'ê dan û gotin: "Tenê dixwazin hemû cihan bixin beton û çol lê xweza jî ji bo mirovan bingeha jiyanê ye. Jiyaneke bi beton naxwazin." BI DÎMEN    *Zimanzan Necmiye Alpay, bal kişand ser gotina pêşkeşvana bernameyê Dîdem Arslan û got: "Ligel Dîdem Aslan gotinên Muherrem Înce jî hebû. Tişta ku ne li gorî pedegojiyê ye, rastiya ku tê veşartine. Ev nêzîkatiyên li hemberî ziman tê wateya domandina polîtîkayên zext û zordariyê."   *Jinên li Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re dixebtin diyar kirin ku jinên tundî li wan tê kirin, ji bo ku xwe bigihînin saizyên civakî ji aliyê raydarên dewletê û hin kesên di nava civakê de tên astengkirin û anîn ziman ku jinên serlêdanê dikin di serî de daraz bi saziyên dewletê bawar nabin. DÎMEN HEYE