Şanaz Îbrahîm Ehmed: Nê bi hêzbûn bêdengî bû sedema zêdebûna êrişan 2021-08-26 16:14:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişên li hemberî Herêma Fedela a Kurdistanê Şanaz Îbrahîm Ehmed axivî û got: "Destdirêjiya li ax û xelkê me ya ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê, ne ji bihêz bûna wan tê. Ji berku ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê."   Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî bomberdûmana 24’ê Tebaxa 2021’ê ya li ser warên sivîl ên herêmên Pêncewîn û Şarezûr da ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin da   Şanaz, diyar kir ku çavgirtin û bêdengiya aliyên pêywendîdar ên hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê ya çendîn car li beramberî êrişên dijminane yên dewleta tirk cihê pirs û fikarê ye.   Şanaz, di peyama xwe de destnîşan kir ku bomberdûmankirina navçeyên sivîlan ne tenê zirarek mezin digihîne cotkar û gundiyan, metirsiyekî mezin li ser jiyana welatiyan çêdike. Şanaz destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye, li dijî pîvanên cîrantî û qanûnên navdewletî û nirxên mirovahiyê tê.   Şanaz dîsa di beşek din a peyama xwe de wiha dibêje: “Her tim baweriya min ev bûye, şkandin û binpêkirina yasa û zagonên navdewletî û destdirêjîkirina li ser xak û xelkê me ya ji aliyê artêşa Tirkiyê, ne ji bihêz bûna wan tê, belkî ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê. Ev bêdengî rê vedikin roj bi roj êrişên xwe zêdetir bike û ti tiştî li berçav negire. Duh min dixwest çend rêzan binivîsim, lê bêdeng mam da ku bizanim bê ka gelo hêz û aliyekî siyasî wê dengê xwe derxîne yan na. Mixabin hemû bêdeng bûn û min jî baweriya xwe bi nêrîna xwe ya nayê guhertin anî!   Ez ê behsa bêhelwestî û bêdengiya berpirsên Herêmê nekim, ji ber ku dizanim guhê wan fêrî qêrîn û hewarên mezin û biçûk ên vî welatî bûye, pozê wan ji dûkela cihên petrolê û gundên Kurdistanê yên hatin şewitandin tije bûye û zimanê xwe ji ber berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine.   Ya sosret bêhelwestiya rayedarên Bexdayê ye, di demekê de ku mijûlê navbeynkariya welatên bi nakok ên herêmê ne, lê ji bo çareserkirina wan hemû pirsgirêkên di navbera xwe û Tirkiyê de ti gavekê naavêjin!   Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê van êrişan şermezar bikin û rê nedin ku Herêma Kurdistanê bibe meydana safîkirina siyasetê çewt û nijadperest ên neyarên gelê me û hesab û kitêba pirsgirêkên herêmî. Divê berjewendiya bilind a gelê me bi rengekî kirdeyî li ser hemû berjewendiyên ferdî, siyasî, hizbî û aborî cih were dayîn, da ku êdî welatî û gundiyên vê herêma ku xêr ji xwe nedîtî berdêlê wê bidin. Ji ber ku her kes li hemberî vê xak û jiyana welatiyan xwedî berpirsiyareke dîrokî ye.”