Li Mexmûrê koma 127'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-08-26 12:00:59     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbuna girseya gel koma 127’an çalakî dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 252 roj in berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 127’an dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Li ser navê koma 126’an Nêrgiz axivî û di serî de xêrhatina gel kir. Nêrgis wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez di serî de berxwedana Rêber Apo û hemû girtiyên zîndanan silav dikim. Em weke ciwanên Mexmûrê dibin pêngava KCK-KJK’ê de ya ‘Dem dema azadiye’ de hemû çalakî û tevlîbunên xwe yên demokratîk dibin şîara ‘Werin Cenga Azadiyê’ de pêk tînin. Em ji hemû ciwanan dixwazin ku li ku derê be bila bibe xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derkevin. Sîstema îşkenceyê ya li Îmralî ku li ser Rêbertiya me tê meşandin encax em dikarin bi çalakî û xebata xwe têk bibin û serokatiya xwe azad bikin.    Êrişên hovane yên li ser gel û xaka me bê guman wê bi têkoşîn, şer û berxwedana ciwanan werin vala derxistin. Li hember xeta xiyanetê ku bi destê PDK’ê tê pêşxistin, divê gelê kurd tu carê ji bîr neke û efû jî neke. Em dibêjîn ew soza ku me daye Serokatî û şehîdan dubare dikin, heya serkeftinê misoger nekin, sîstema li Îmralî ne hilweşînin em ranawestîn. Wê hemû çalakiyê me yên demokratîk û parastina cewherî li hember sîstema faşîst wê berdewam bikin. Wê faşîzim bi berxwedana me ya hevpar bin bikeve."    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bimre îxanet" û "Bijî berxwedana  zîndanan" bi dawî bû.