600 roj e agahî ji Gulîstan Doku tune ye: Lêpirsîn hat sekinandin 2021-08-26 09:02:47     Gulîstan Azak   AMED - Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 600 roj e agahî jê nayê girtin. Parêzerê wê Alî Çîmen got piştî feshkirina Peymana Stenbolê lêpirsîn hatiye sekinandin. Ji Komeleya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Ulaş jî got ji ber lêpirsînek bi bandor nehat kirin û windabûna wê wek întîxar hat nîşandan, Gulîsan nayê dîtin.   Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’î de winda bû û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Berpirsê bûyerê Zaînal Abarakov û zirbavê wî yê polîs Engîn Y. hîna nehatine girtin û der barê wan de tu biryarek nehatiye girtin.   Nêzî salekê di Gola Bendava Uzunçayirê de li Gulîstanê geriyan û bi israr gotin întîxar kiriye. Hemû serlêdanên malbatê bê bersiv man. Yên pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ kirin jî ketin ber lêpirsînê.  Zaînal Abarakov ku herî dawî wî Gulîstan dît û malbata wî bi awayekî aşkera hatin parastin. Zaînal li ber çavan derket derveyê welat û li xwişka Gulîstanê Aygul Doku doz hat vekirin, cezayê pere lê hat birîn.   Jinên ji bo dîtina Gulîstanê têkoşînek mezin dan, di serî de li Dêrsîmê û gelek bajaran pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ dikin. Parêzerê Gulîstanê Alî Çîmen û ji Komeleya Jinan a Rosayê, Elîf Tîrenç Îpek Ulaş der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.    ‘Lêpirsîn hat sekinandin’   Parêzer Alî Çîmen got tevî 600 roj e Gulîstan nehatiye dîtin jî hîna kar û barên dosyayê nehatine kirin û got: “Lêpirsîn jî piştî feshkirina Peymana Stenbolê, hat rawestandin. Di dosyayê de li ser materyalên biguman hîna lêkolînek berfireh nehatiye kirin. Dîsa li ser kamerayên ewlehiyê yên ku herî dawî Gulîstan pê hatiye dîtin tu lêkolîn nehatiye kirin. Rapora kesê zana ya fermî nehatiye girtin. Bi giştî ez dikarim bêjim ku lêpirsîna der barê Gulîstanê de bi bandor nehat meşandin û nayê meşandin. Malbata Gulîstanê ji ber sozên hatine dayîn hîna bi hêvî ne. Lê mixabin van gotinan hîna bandor li ser kar û barê lêpirsînê nekiriye.”   Banga piştevaniyê    Alî di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di serî de em hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan, ji bo windakirina jinek ciwan a 21 salî bê ronîkirin, sûc û sûcdar bên tespîtkirin, xwedî berpirsyariyek mezinin. Ez bang li rayagiştî ya bi hestiyar dikim ku pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye’ bikin û bi malbata Gulîstanê re bikevin piştevaniyê.”   ‘Bûyer ne munferît e’   Elîf Tîrenç Îpek Ulaş jî daxuyakirin ku bûyera Gulîstan Doku ne munferît e û wiha dirêjî dayê: “Lêpirsîn baş nehat meşandin.Li Tirkiyeya ku hêzên ewlehiya dewletê bi sedhezaran e û yek bûyereke biçûk jî bi kamerayan tê tespîtkirin, ev 600 roj e jinek nayê dîtin.Dema rewş wisa be, bêguman tê hişê mirovan ku gumanbar tên parastin. Bûyer wek întîxarê hat nîşandan û ev jî sedema herî mezin a nedîtina Gulîtanê ye.Tevî bajar bi kamerayan tê şopandin jî Gulîstan nehat dîtin. Li pira ku hat gotin Gulîstan herî dawî li wir hatiye dîtin,  gotin kamera xirabe ne. Ji ber ku rewşa gumanbar Zaînal Abakarov baş nehat lêkolînkirin delîl jî winda bûn.  Li xwişka Gulîstanê ku têkoşîna edeletê dide lêpirsîn hat vekirin.Li akvîtîstên ku aqûbeta Gulîstanê pirsîn lêpirsîn hatin vekirin. Lê em komeleyên jinan dibêjin ku em pêşiya vê bûyerê bernadin.”