Esnafên jin: Sedema krîza aborî şer e 2021-08-26 09:01:58     ŞIRNEX - Esnafên jin ên Botanê ku bertek nîşanê krîza aborî dan, wiha gotin: “Sedema krîzê Erdogan bixwe ye. Ji ber şerê ku daye destpêkirin ev krîz kurtir bûye.  Vê krîzê jî herî zêde bandor li me jinan kir.”   Li Tirkiyê krîza aborî her diçe giran dibe. Ji ber polîtîka û şerê desthilatdariyê  krîza aborî bandorek mezin li ser civakê dike. Piştî pêvajoya pandemiyê bandora krîzê zêdetir hat hîskirin û bi taybet bandor li Gelê Kurd û li jinan kir. Jinên esnaf ên Botanê, bertek nîşanî krîza aborî dan.    ’13 sale krîz didome’   Emîne Yilmaz Aktaş a ku terzî ye anî ziman ku krîza aborî li hemû Tirkiyê belav bûye û bandorek mezin li ser civakê dike. Emîneyê destnîşan kir ku sedem hikûmet bi xwe ye û got: “Ev nêzî 13 sal in krîz didome. Lê belê ev du sal in bi pêvajoya pandemiyê re kurtir bû û hîna jî berdewam dike. Ez terzîtiyê dikim û nikarim debara xwe bikim. Ez serê sibehê heta êvarê dixebitim û dîsa jî tiştekî bi dest naxim. Kirêya xanî û fatûre her diçin zêde dibin. Ez hem kirêya vê dikanê û hem jî ya malê didim. Her wiha fatûreyan didim û divê  danûstandina malê jî bikim. Lê belê têr nakê. Qûmaşên ku beriya pandemiyê min dikirî û niha di navberê de ferqek mezin heye. Gelek bûha bûne. Ez ne dikarim bikirim û ne jî dikarim bifroşim. Ji ber ku di bêrîka gel de jî pere t une ye bikire. Ez bi zorê debara malê dikim. Îsal gelek kes ji ber nikarin debara mala xwe bikin întîxar kirin. Êdî rûyê esnafan wek berê nakene. Di pêvajoya pandemiyê de deynên me yên ku çêbûne em niha nikarin bidin. Ji ber ku em kêm qezenc dikin. Em nizanin ku gazinên xwe ji kê re bêjin û çawa çareser bikin. Êdî esnaf ne kêfxweş in. Dewlet divê ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bîbîne. Me par bi 25 TL  rûn dikirî îsal bûye 80 TL. Roj bi roj krîz kurtir dibe. Dema bihayê fîstanan zêde dibe kes nikare bikire. Ji ber wê jî em qezenc nakin. Civak vî tiştî qebûl nake. Em êdî xwe nagihînin tu tiştî. Her meh deynê ceyranê tê û gelek zêde tê. Em ew qas zêde bi kar naynin jî lê dîsa zêde tê.”   ‘Hikûmet bûye pergalek mafya’   Emîne, diyar kir ku krîza li wan didin ferz kirin û wiha dirêjî axaftina xwe: “Hikûmet bûye pergalek mafya. Ji ber pereyên wan heye û hemû hêz di dest wan de ye, tiştên ku bixwazin li gor xwe çêdikin. Êdî hemû tişt bi hêzê tê nîşandan. Hêza kê hebe li Tirkiyê pêk tîne. Xwezî vê hikûmetê Tirkiye rêve nebira. Xwezî gel xwe bi xwe rêve bibira. Hikûmet gel wek kûklayê dibîne. Hikûmet çawa bixwaze wek xwe dike.”   ‘Sedema qeyranê şer e’   Ewniya Bîlîr jî ji hikûmetê gazinc kir û wiha got: “Hemû tişt gelek bûha û giran bûne. Em nikarin bikirin. Me berê kîloya baya bi 3 TL yan distend, niha bûye 10 TL. Sedema vê krîza aboriyê hikûmet bi xwe ye. Hemû tişt bûha ye. Êdî tu tişt ne wek berê ye. Em di malbatekê de 10 kes jî bixebitin ew malbat nayê îdarekirin. Ji ber ku tu qezenç tune ye. Em berê bi 100 TL yan dihatin me danûstandina malê hemû dikir. Lê niha em tên bi 100 TL  nikarin tu tiştî bikirin. Di navbera îsal û sala borî de ferqek mezin heye. Sedema vê krîzê Erdogan bi xwe ye. Em dixwazin ji krîzê re çareseriyek bê dîtin. Em êdî jiyanek aram dixwazin. Ger ku şer tunebûya dê krîz jî tunebûya. Sedema krîzê şer e. Bi vî şer, re xwîn tê rijandin. Em jin jiyanek azad û aram dixwazin.”   ‘Bêrîka gel vala ye’   Raîfe Erdem a ku  ji hewşa xwe fêkî û zebzeyan kom dike tîne bazarê difroşe , ev tişt anî ziman: “Jin ew qas keda mezin dide lê keda wê nayê dîtin. Em jin dixwazin keda me û navê me li her derê xûya bike. Ev krîz bi taybet bandorê li me jinan dike. Dema şer çêdibe krîz jî çêdibe. Ji gel pere û bac tê girtin û wê jî didin çek, topan û şer. Di bêrîka gel de pere tune ye ku danûstandina mala xwe bike. Bêrîka gel vala ye. Pere nîne ku tiştek bistînin. Ger ku mafê mirovan hebe dê ev pirsgirêk jî bê çareserkirin. Em naxwazin ku mafê jinan bê binpêkirin. Lêçûna me heye lê hatiniya me tune ye. Em nikarin êdî kirêya xanî û fatûreyên xwe bidin. Em carna nikarin xwarinê jî çêbikin û dikevin bin deynan. E ji sibê heta êvarê têm bazarê û herî zêde bi  50 TL diçim malê. Ji ber ku tu tişt nayê firotin. Ez ji bin deynan nikarim derbikevim. Ez bi tenê dixebitim. Ji ber ku kar tune ye hevjînê min jî nikare bixebite. Xeynî karê bazarê ez li malê karê dûrinê jî dikim. Ji ber ku bi karê bazarê ez nikarim debara xwe bikim. Em dixwazin hikûmet ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bibîne û dawî li şer bîne.”   ‘Ji vê krîzê herî zêde jin bandorê bû’   Fadîle Solmaz a ku ji Nisêbînê tê Hezexê firotina patîk û laçikan dike, bi lêv kir ku krîz di her alî de bandorê li civakê dike û wiha domand: “Em deyndar in. Jiyan ji bo me gelek zehmet bûye. Jiyan êdî ne wek berê ye. Bi kûrbûna krîzê re êdî em nikarin tu tiştî bifroşin. Sedema vê jî şer e. Kengî şer dest pê kir krîz jî ew qas kûr bû. Krîz di her alî de bandor li jiyana me kiriye. Ev pêvajoya pandemiyê jî bandorek mezin li me kir û hîn jî dike. Em dixwazin ev şer bê sekinandin û ev krîz bi dawî bê. Daxwaza me bi tenê sekinandina şer e. Di hefteyekê de qezenca me herî zêde di navbera 100-300’î de ye. Dema em ji Nisêbînê heta vir tên dîsa heqê rê diçe. Her wiha kirê û danûstandina malê heye. Hemû tişt bi ser hev de hatiye. Êdî tu karê ku em bikin tune ye. Ji vê krîzê herî zêde jin bi bandorê bûne. Lê jin disa jî hewl didin li ser linê xwe bisekinin.”    ‘Demildest çareseriyê bibînin’   Rahmet Kadender jî ev tişt anî ziman: “Em jiyanek azad û wekhev dixwazin.  Em dixwazin bila ev krîz bi dawî bê. Êdî bes xwîn birije. Di şer de bi hezaran ciwan û zarokên me hatin kûştin. Em dixwazin dawî li vî şerî bînin. Derd û kûlên herî giran dayik dikişînin. Bila jin dest bidin destên hev û bêjin êdî bes e. Bila ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin. Her roj çiyayên Kurdistanê tên gûlebarankirin û zarokên me tên qetilkirin. Her çiqasî ev şer û pirsgirêk berdewam dike krîz jî kûrtir dibe. Em azadî, aştî û wekheviyê dixwazin. Bila ji vê krîza aborî re demildest çareseriyê bibînin. Êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Her roj mirov ji ber nikarin debara xwe bikin întîxar dikin. Armcanca hikûmetê ku bi her awayî jiyanê li kurdan teng bike.”    ‘Sedema qeyranê Erdogan bi xwe ye’   Naîle Çîçek jî destnîşan kir ku sebze û fêkiyên ku tîne bazarê difroşe nikare bifroşe û wiha behsa sedema krîzê kir: “Em ewqas zor û zehmetiyan dibînin jî berhemên me nayên firotin. Kes nikare bikire. Ji ber qezenca me çênabe em nikarin mala xwe jî rêve bibin. Ev tişta ku li me tê kirin zilme. Sedema vê jî Erdogan bi xwe ye. Em li mala xwe wekî ku di girtîgehê de ne. Em dixwazin edalet bê vî welatî.”