Saadest Ozen a nexweşa penceşêrê binçav kirin 2021-08-25 10:36:49     RIHA - Saadet Ozen a nexweşa pênceşêrê ya 73 salî ku ji bo tedawiyê ji Mêrdînê diçû Îzmîrê li Rihayê hat binçavkirin.    Saadet Ozen a nexweşa penceşêrê (73) ku ji bo tedawiyê ji gundê Qizler ê girêdayî navçeya Dêrîka Mêrdînê diçû Îzmîrê hat binçavkirin. Ozen, duh li kontrola polîsan a li navçeya Bêrecûk a Rihayê dema nasnameya wê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hat derbaskirin, hat tespîtkirin ku biryara lêgerîna wê heye. Dûre polîsan Saadest ji otobûsê peya kirin û binçav kirin. Saadest li Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê tê ragirtin.    Hat diyarkirin ku berî bi demekê ji bo Saadestê teşhîsa penceşêra qiriqê hatiye danîn û ji bo tedawiyê diçû cem kurê xwe yê li Îzmîrê.