‘Jin bi hilberîna xwe hene’ 2021-08-25 09:02:31     KOCAELÎ - Yekemîn navenda hilberînê ya jinê ya Kocaeliyê KARKAD, bi zanîna ji kokên jinê û bi hilberîna jinan xwe xwe dide jiyîn. Seroka komeleyê Ece Çîftçî, diyar kir ku jin bi hilberîna xwe hene.    Tişta ku jinê li hember polîtîkayên zext û binpêkirinê zindî dihêle, piştevanî û jiyana kolektîf e. Di vê pêvajoya ku jin tenê hatine  hiştin de jin ji xwe re cihên ku aydê wanin diafirînin. Yek ji van jî KARKAD e. Komeleya Destê Jinê ya Kartepe (KARKAD) di 19’ê îlona 2019’an de bi piştgiriya şaredariyê li  taxa Derbent a navçeya Kartepe a Kocaeliyê hat avakirin.  Di koperatîfa ku xwedî taybetiya yekm cihê hilberandinê ya jinê ya Kocaeliyê ye, rîçal, tirşî, nanê tenik û gelek xurekên din tên amadekirin. Jin berhemên xwe li ofîsa firotinê digihînin gel. Berhemên jinên li koperatîfê dixebitin, koka wan digihêje xurekên gelerî. Jin li koperatîfê hem di alî aborî de xurt dibin û hem jî têkiliyên xwe bi hev re xurt dikin.   Taxa ku koperatîf lê hatiye vekirin, li gorî gelek navçeyên bajar, pir pêş ketiye. Dema mirov dikeve taxê mirov hîs dike ku jin li vir dest didin jiyanê. Li Derbentê jinan bi keda xwe dane xuyakirin ku di her qada jiyanê de gav avêtine. Seroka Kooperatîfê Ece Çîftçî, da zanîn ku yek ji armanca herî girîng a kooperatîfê ev e ku jin ji malê derkevin derve û jiyaneke aydê xwe ava bikin.   ‘Ji sedî 90 xurek ji jinên hilberîner tê girtin’   Eceyê destnîşan kir ku piranî madeyên xurekan ji sedî 90 ji hilberînerên jin tên girtin û bi lêv kir ku bi vî awayî piştevaniya jinê derdikeve derveyî sînorê Derbentê. Eceyê wiha got: “Armanca esas a kooperatîfê ev e ku keda jinê bê dîtin, jin tevlî aboriyê bibin. Em ji sedî 80 gihiştin armanca xwe.”   ‘Jin bi berhemên xwe heye’   Eceyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi rê û rêbazên gelerî xurekên wek erîşte, nanê tenik, rîçal, marmelat  çêdikn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkiliya xwişkbûnê piştevaniya herî mezin e. Kooperatîf her diçe mezin dibe. Ev me kêfxweş dike. Hedefa me ev e ku em berhemên xwe bifroşin marketan jî. Em jin  hilberîna xwe hene.”