Li Mexmûrê koma 126'an greva birçîbûnê dewir girt 2021-08-24 12:36:05     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 126’an çalakî dewr girt û berxwedan 250 roj in didome.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Îro bi koma 126'an çalakî dewr girt û berxwedana li wargehê 250 roj in didome. Merasîma dewr girtinê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Li ser navê koma 125’an Xeyrî Nêrwehî daxuyanî da û got: "Sedsala 21’an ku mirovahî derbazî fezayê bûye, lê heta roja îro binpêkirina mafên mirov û netewan rûreşiyeke serdemê ye. Tecrîdek girankirî li ser rêbertiya me tê meşandin. Li hemberî vê berxwedana Rêbertî sembola jiyana azad e. Em jî li hemberî tecrîda ku niha li ser Rêbertiya me tê meşandin, bi van çalakiyan li dora rêbertiya xwe dicivin.  Armanca me ya sereke ew e ku em Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî di nava xwe de bibînin.”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.