Serlêdana hevdîtinê ya malbatên RJAK'î hat redkirin 2021-08-24 12:18:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Hewlêrê serlêdana hevdîtinê ya malbatan a ji bo dîtina 3 endam û rêveberên RJAK’ê , red kir.   Ji 5’ê tebaxê ve 3 endam û rêveberên Rêxistina Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) ên bi navê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Hesen dema ji merasîma fermana 74’an a Şengalê vedigeriyan, ji aliyê asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a Keleka Hewlêrê ve hatine binçavkirin. Heya niha jî agahiyeke zelal derbarê sedema girtina wan de ne hatiye eşkerekirin.   Li gorî agahiyên ku me ji rêveberiya RJAK’ê girtiye, her sê endamên wan li girtîgeha Ehdas ya Hewlêrê tên girtin û hate gotin, malbatên her sê jinan duh bi nivîskî daxwaznameyek ji bo hevdîtinê pêşkêşê asayîşa Hewlêrê kirine, lê daxwaza wan a hevdîtinê hatiye red kirin. Hate gotin, malbat xwestine pere û hwd ji bo wan deynin, wê jî qebûl nekirine.   Di heman rojê de malbat daxwaznameyek ji bo zelalkirina rewşa her sê jinan pêşkêşê dadgeha Hewlêrê kirine, dadgeh diyar kiriye, wan navê wan xistiye rêza kesên bên dadgehkirin de, lê ne diyare wê kengê dora wan were.    Malbat ne ji dadgehê ne jî ji asayîşê nekarîn sedema girtina her sê çalakvanan fêrm bibin. Li gorî agahiyan daxwaza destnîşankirina parêzerek ji bo doza her sê jinên çalakvan jî hatiye redkirin. Hêjayî bibîrxistinêye, girtîgeha Ehdas girtîgeha kesên temenê wan jêr 18 salî û zarokan e.