‘Girtiyên bi kovîdê ketine di bin tecrîdê de ne’ 2021-08-24 09:02:54     Marta Somek   STENBOL -  Şêwirmenda Hiqûqî ya CÎSST’ê Esra Erîn, got di meha çile de piştî rêziknameyek ketiye meriyetê şûnde rayeyên berfireh dane rêveberiyên girtîgehan û  got der barê girtiyên di greva birçîbûnê de bi hincetên eletewş biryar tên dayîn û her wiha pêşî li tahliyeya wan tê girtin.   Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 27’ê Mijdara 2020’an de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û di roja 268’an de didome. Niha grev bi koma 49’emîn didome. Li aliyê din li hember girtiyan binpêkirinên mafan zêde bûne, girtiyên nexweş rastî binpêkirinên cidî tên. Şêwirmenda Hiqûqî ya Komeleya Civaka Sîvîl a di Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Esra Erîn derbarê mijarê de axivî. Esrayê destnîşan kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî cezayên dîsîplînê tên û got mafê jiyana wan tê tehdîdkirin.   ‘Girtî li erdê radizên’   Esrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên Tirkiyeyê tijene. Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde girtîgehên wê tijeye. Ji ber serlêdanan, nûçeyan û serdanên rêxistinên maf, tê hînbûn ku di ser kapasîteyê de girtîgeh tije bûne.  Ev pirsgirêk bi tena serê xwe binpêkirina maf e. Hinek girtî ji ber cih tune ne li erdê radizên. Bi kovîdê re girtîgeh cihên herî bi rîsk bûn. Xwarinek baş tunebû, pirsgirêka hîjyenê heye. Ji ber vê girtî di rîskê de bûn. Tevî vê înfaz hatin sekinandin û li şûna girtî divê pêvajoyê de bên berdan, sererastkirina înfazêya nû kirin û girtiyên siyasî nekirin çarçoveya vê. Gelek girtî ji berdana bi kontrol,  ji berdana bi şert, ji girtîgeha vekirî bi destur derketin, fêde negirt. Bi van pêkanên cudakar, kapasîta girtîgehan nehat kêmkirin û rewşa girtiyan hîn bêtir xera bûye.”   ‘Bi hinceta covîdê di bin tecrîdê de ne’   Esrayê bi lêv kir ku girtî niha ji ber hinceta covidê di bin tecrîdê de ne û wiha daxuyand: “Grevên birçîbûnê di bin şertên tecrîdê de destpêkirin. Ji îro şûnde grev dikeve roja 271’an. Grev niha 5 rojan carê tê dewrkirin. Komên din dewr digirin. Li komên nû lêpirsîna dîsîplînê tê vekirin. Girtî ji gelek mafên wan bêpar tên hiştin. Hemû têkiliya bi derve re tê birîn. Kontrola wan ya tenduristiyê nayê kirin.”   ‘Vîtamîn nayê dayîn’   Esrayê balkişand ser vîtamînên ku divê ji bo girtiyan bê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vîtamînên girtiyan nayên dayîn. Bihêlin vîtamînan li gelek girtîgehan derman jî nayên dayîn. Divê piştî grevê xwarina diyetê bê dayîn lê ew jî nayê dayîn. Girtiyên ku nexweşên giranin tevî divê ji taloqkirina înfazê fêde bigirin, derfet nadin wan. Ji xwe çend rojan carê agahiya mirinan em digirin.”   ‘Hucre pir pîsin’   Esrayê destnîşan kir ku xwegîhandina dermankirinê pir zehmet bûye, girtiyên nexweş û giran di rîngên biçûk de, di germê de bi kelepçê didin sekinandin û wiha bi lêv kir: “Niha di vegerên nexweşxaneyê de 14 roj pêkanîna karantînayê heye. Di van demên dawî de gelek serlêdanên ku hucre gelek qirêj û pîsin tên kirin. Di meha çile de piştî rêziknameyek ketiye meriyetê şûnde rayeyên berfireh dane rêveberiyên girtîgehan. Der barê girtiyên di greva birçîbûnê de bi hincetên eletewş biryar tên dayîn û her wiha pêşî li tahliyeya wan tê girtin. Girtiyên bi salane girtîne nayên tahliyekirin. Girtiyên pirsgirêkan ji malbata xwe re radigînin jî hevdîtinên wan tên birîn.”   Esrayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wezareta dadê gelek daneyên derbarê girtîgehan de parve nake û îstatîstîkan bi rayagiştî re parve nake.  Esrayê diyar kir ku divê wezaret der barê girtiyên nexweş de daneyên hejmarî aşkera bike.