Siyasetmedarên jin: Nêzîkatiya li hemberê jinên efgan nayê qebûl kirin 2021-08-24 09:01:56     AMED -  Siyasetmedarên jin ên Amedê diyar kirin ku li Efganîstanê li hemberê jinan trajediyek mezin heye. Fîlîz Buluttekîn da zanîn ku her cûreyên êrişê yên li hemberî jinê polîtîk e. Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel jî diyar kir ku li hemberî êrişan divê jin bibin yek û rabin ser piyan.    Piştî biryara vekişandinê ya Amerîkayê ya ji Efganistanê, Talîbanê paytext Kabul jî di nav de hemû bajarên welat xist bin kontrola xwe. Niha bi deh hezaran efganî ji êrîşên tolhildanê yên Talîbanê bi fikar in, li welat kaoseke mezin heye. Bêguman yên ku herî zêde bi fikarin jî jinên efganî ne. Piştî Talîban li Kabîlê pêşket şûnde hikûmeta efgan welat terk kir û leşkerên efgan li dijî Talîban şer nekirin. Jinên efgan diyar kirin ku ew mafên xwe teslîm nakin û li dijî vê ketin nav têkoşîn û berxwedanê. Li ser rewşa jinên efganê, siyasetmedarên jinên Amedê axivîn.   ‘Her cûrêyê êrîşê yên li hemberî jinê polîtîk e’   Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ya ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî li şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku li Şengalê êrîşên DAIŞ’ê yê li dijî êzidiyan îro li Efganîstanê ji aliyê Talîbanê li hemberî jinên efgan tê meşandin û got: “Dewletan, bi gotin û nêzikatiyên xwe kiryaran rewa dikin û dibin şirîkê ew sûcên ku tê jiyîn. Her cûrêyên êrîşên li dijî jinê polîtîk e. Me gelek caran dîtiye ku di şert û mercên şerê de bi yekeser jin tên hedef girtin. Tirkiyê û welatên ku bi Talîban re heman zîhniyetê parve dikin Talîbanê rewa dibînin. Têkoşîna jinê ya azadî êdî gihiştiye astekî hêza cîhanî. Ji ber vê yekê herî zêde jin tên hedef girtin. Ji bo ku pêşiya wê têkoşîna jinê bigirin jî ol tê bikaranîn. Tê xwestin jinan ji civakê dûr bixin û ji bo şeran wek ganîmet bikar bînin.”   ‘Nêzîkatiya li hemberê jinên efgan nayê qebûl kirin’   Fîlîz destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberê jinên efgan nayê qebûl kirin û rewşekê şermezar kirinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro li Tirkiyeyê qetlîama jinan herku diçe zêde dibe. Her wiha Peymana Stenbolê deskeftiya jinan a herî mezin dihat nirxandin hat rakirin. Niha em dibînin ku ew ji xwedî li heman hişmendiyê ne. Jinên efgan hêj jî li ber xwe didin û em dikarin bêjin ku ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin. Li Rojavayê şoreşa jinê pêk hat. Ew şoreş li ber hemû çavên cîhanê ye. Ango têkoşîna jina kurd ji bo jinên cîhanê dibe wekî mînak. Em ê dîsa dibêjin nêzîkatiya li hemberê jinên efgan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em ê bi hemû jinên cîhanê re dê têkoşîn û gotinên xwe yên hevpar bêjin.”   ‘Guh bidin dengê jinên efgan'    Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel jî axivî û diyar kir ku li Efganîstanê ewlehiya jiyana jinan nîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîşên Talîban a li dijî jinê dişibe êrîşên DAIŞ’ê. Jinên efgan li benda piştgiriyê nin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Divê hemû sazî û rêxistinên jinan ji wê dengê piştevaniyê re bibin yek deng."   Gonul, da zanîn ku li Efganîstan jin ji cihên civakî tên dûr xistin û wiha bi lêv kir: "Jin ji perwerdehiyê tên dûr xistin, ji kar tên derxistin. Siyasetmedarên jin dixwazin ji wir birevin. Rojnamegerên li wê dere jî tên qetîlkirin. Ango li wir kaos û trajediyek gelek mezin tê jiyandin. Em wehşeta li wê dere dibînin û dişopînin. Jinên ku çarşef li xwe nakin di kolanan de tên qetîlkirin."   Gonul di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand piştevaniya bi jinên efgan re: "Divê hemû jinên cîhanê dengê jinên efgan bibîhîsin û biştgiriyê bidin wan. Em dizanin ku ew zîhniyet dê ji jinan re çi bike. Loma em dixwazin bila hemû jin bibin yek deng û li dijî van êrîşên li ser jinê rabin ser piyan.”