Meclîsa Jinan a Rûsyayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir 2021-08-23 14:59:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê li dijî tecrîdê daxuyaniyek da û polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî herêmê jî şermezar kir.    Jinên kurd ên li navçeya Platnîrovka ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan her wiha hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kirin.   Necîfe Ahmedova li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodarê axivî û anî ziman ku tecrîda girankirî kiryareke li dijî mirovahiyê ye û got: "Tirsa dewleta Tirk a faşîst ji bandora Rêberê Gelê Kurd li ser bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn e."   Amedova di daxuyaniyê de berxwedana li zindanan silav kir û bal kişand ser êrişan û wiha axivî: "Her wiha polîtîkayên PDK'ê yên hevkariya bi dewleta Tirk re şermezar em şermezar dikin. Dewleta tirk a faşîst xwe dispêre xiyaneta Barzanî û her roj bombeyan li Şengalê û Rojava dibarîne; çi gerîla çi jî sivîl êrişî her kesên kurd dike."