Enise Malbat: Jinên efgan li dijî bê eleqebûnê bi hêrsin 2021-08-23 09:03:54     Habîbe Eren   STENBOL - Enîse Malbat diyar kir ku piştî Talîban Efganîstan desteser kir fikarên jinan zêde bûne û got: “Gelek hevalên min yên jin ên li Efganîstanê hene û dixwazin derkevin hene. Jin li dijî bê eleqebûnê bi hêrsin. Ev bê eleqebûn niha nahêle em wan bibihîzin.”   Li Efganîstanê piştî dagirkirina 20 salan a ji aliyê DYA’yê ve hat kirin şûnde, bi vekişîna leşkeran re rêveberî ket destê Talîbanê. Gelek efgan ku naxwazin bin din rêveberiya Talîban de bijîn çûn Balafirgeha Hamîd Karzaî ya Kabîlê û hewl dan welat terk bikin. Serokomar Tayyîp Erdogan beriya ku Kabîl bikeve daxuyanî da û got Talîban di alî baweriyê de aliyekî wê yê berovajî tune û wê hîn bêtir baş li hev bikin.    Talîban jî di daxuyaniya ewil de got ne bi demokrasiyê wê bi şerîatê welat bi rêve bibin. Bi vê jî fikarên jinan zêde bûn û pêşî li xebata jinan a cemawerî û dibistanê hat girtin. Jin bi fikar têkoşîna xwe didomînin. Rojnameger Enîse Malbat ku Afganîstanê ji nêz ve dişopîne pêvajo nirxand.   ‘Her kes bi fikare’   Enîseyê got Talîban Efganîstan girtiye dest û ji ber hikûmeta Afgan û artêşê eniya berxwedanê ava nekiriye û leşkerên DYA’yê vekişiyane Efganîstan teslîmê Talîban bûye û wiha pê de çû: “Piştî van bûyeran kaosek mezin hat jiyîn. Niha dewletek fermî ya mirovên li Efganîstanê dijî tune. Serokomar ewil reviya Tacîkîstanê û piştre çû Umman û niha tê gotin çûye Emirtiyên Ereb yên Yekbûyî. Hemû faliyetên welat di dest Talîbanê de ne. Ji ber vê jî her kes bi fikare ku gelo wê pêkanînên 20 sal berê şûnde vegere. Talîban di alî leşkerî de Efganîstan bidest xistibe jî niha pergal tam runeniştiye. Niha bêpergaliya cemawerî mijara gotinê ye. Talîban hinek soz dan. Lê derbarê ku ev soz pêk bên de hîna tiştek tune.”   'Hikûmet bi nelêrêtiyê dihat nasîn'   Enîseyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku berteka jinan a mezin dibe beriya her tiştî li hember Rojava ye û got: “20 sal bû hikûmeteke ku DYA piştgirî didayê welat bi rêve dibir. Di vê çarçoveyê de mîlyar dolar fon hatin dayîn.  Beşek vê divê bidana projeyên jin û zarokên keç lê hikûmeta Efgan bi nelêrêtiyê dihat nasîn. Beşek mezin a fonan nav şebekeyên Kabîlê de hat parvekirin. Beriya dagirkirina DYA’yê zarokên keç nikaribûn biçin dibistanê. Piştre hat başkirin. Di 2009’an de di mijara şîdeta li ser jinan de qanûn hat derxistin. Dadgehê taybet yên dadgerên jin têde bûn hat avakirin. Li Efganîstanê di 20 salên dawî de jin zêdetir di jiyana kar, perwerde û çapemeniyê de hatin dîtin. Di mijara şîdeta li ser jinan de kêmasiyên mezin bûn. Di 2008’an de cînayetên namûsê wek sûc hatin qebûlkirin û nîqaşkirin.”   'Dema jin azad bin dikarin tercihên xwe bikin'   Enîseyê, da zanîn ku dema mirov li daxuyaniya wan dinêrin dibêjin ku perwerdê wek derfet didin nasîn, lê wek di rapora şopandina mafê mirovan de hatiye gotin,di navbera fermandar û berdevkên Talîban de cudahiyek mezin heye. Enîseyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çapemeniya civakî de jinek efgan ya bi etekê kin heye. Aydê sala 1960’î ye. Ev jî nîşan dide ku dema jin azad bin tercîhên xwe dikarin bikin. Rewşek din heye; Di wê dema behsa wê tê kirin dedi zanîngeha Kabîlê de mafê jinan yê perwerdê hebû. Di fakulteyên hatibûn siyarkirin de di polên taybet de dixwendin.”    ‘Di Talîban de mîlîtanên biyanî mijara gotinê ne’   Enîseyê destnîşan kir ku di Talîban de mîlîtanên biyanî mijara gotinê ne û piraniya van ji welatên Asya Navîn tên û ev tişt bi lêv kir: “Rusya û Çîn di mijara nasandina Talîban de stratejiya ewlehiya xwe esas digirin. Lê Frans û YE di daxuyaniyên xwe de pêkanînên li hember jin û mafê jinan esas digirin. Tirkiye jî di vê mijarê de sînyalên cuda dide.”   Enîseyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dihat payîn ku rêveberiya Bîden li dijî Îranê, li gorî Trump hîn bêtir tûnd be lê niha tiştek wisa pêk nehatiye. Di rewşa mudaxala li hember Îranê an jî di serdegirtinekê de, barageha ewil a DYA wê li AFganîstanê bûna. Lê niha li Afganîstanê hem alî leşkerî hem alî îstîxbaratê de hêza DYA’yê tune.”    ‘Divê têkoşîna jinan global be’   Enîseyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi zimanê xwe xwe bibihîzin. Divê em yekser bihev re bikevin têkiliyê. Dema navbeynkar bikeve navberê ajandayên cuda, îdeolojiyên cuda û nêrîna mêr dikeve dewrê. Ji ber vê em hev fêm nakin. Gelek hevalên min yên li Afganîstanê hene û nikarin derkevin.  Jin li dijî bê eleqebûnê bi hêrsin. Ev bê eleqebûn niha nahêle em wan bibihîzin. Divê têkoşîna jinan global be û mêr ji navberê vekişin.”