'Binçavkirina endamên RJAK'ê tê wateya domandina fermanê' 2021-08-23 09:02:27     Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, helwesta PDK'ê ya li hemberî jinên kurd şermezar kir û got: "Em bang li tevahiya jinên Başûr, sazî û dezgehên jinan û di heman demê de saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî van kiryarên hovane ya ku li hemberî jinan tên meşandin bêdeng nebin. Xwedî li hersê jinên têkoşer ên endamên RJAK'ê derkevin."    Bi minasebeta 7'emîn salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên Meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya Kelek ve hatin binçavkirin. Heta îro jî derbarê rewşa wan de agahiyeke fermî nehatiya dayîn û sazî û dezgehên jinan ji bo diyarkirina li aqûbeta her sê jinan çalakiyên cuda li dar xistin û bal kişandin ser helwesa hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê.    Derbarê mijara binçavkirina jinan û polîtîkayên PDK'ê ya li hemberî jinên kurd de, Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Pakîstan Bîlen ji ajansa me re axivî.    ‘PDK’ê heta qirikê xwe bi ixanetê pêçaye'    Pakîstan di destpêka axaftina xwe de nêzîkatiya PDK ya li hember her sê jinên endamên RJAK’ê şemezar kir û got: "Di vê pêvajoya ku em dijîn de têkiliya PDK’ê ya bi dijminê Gelê Kurd re, tu carê qût nebûye. Dema ku em li dîroka PDK’ê dinêrin ev yek di her pêvajoyê de derketiye holê û heta qirikê xwe bi îxanetê pêçaye. Her dema ku Gelê Kurd gihiştiye pêngavek ya serkeftinê, kengî gihiştiye merheleyekî ku bêje em dikarin destkeftiyên di destê xwe de bigihînin astekî hîn jortir, PDK’ê helwesta xwe ya dijber nîşandaye û weke kelemekê bûye asteng. Bê guman di kiryarên xwe yên vê pêvajoya em dijîn de jî diyar dibe ku PDK’ê wê li ser vê helwesta xwe berdewam bibe."    ‘Pergala qirker a 5 hezar salan berdewam dike'    Pakîstan, bal kişand ser pergala baviksalarî ku 5 hezar sal in xwe li ser çand û keda jinê dide jiyankirin û wiha mijar nirxand: "Li aliyê din pergala baviksalarî ku em niha têde dijîn ku 5 hezar sal in berdewam dike, jin hertim bi girtin, qirkirin, tunekirin, taciz û tecawizê re rûbirû hatiye hiştin. Li aliyê din dibin navê azadiyê de hebûna jinê bedena jinê weke metayekê dide bikaranîn. Pergala ku bi aqlê zilam bi hişmendiya zilam gihaye vê astê û civak xistiye di vê rewşê de. Ji xwe dema ku mirov li rewşa niha ya PDK’ê dinêre, dijminatiya wî ya li hemberî jin, zext û zordariya wê ya li hember jin û civakê, mirov hîn zêdetir dikare sîstema heyî nas bike."   'Bi binçavkirina RJAK'iyan fermanê didomînin'   Pakîstan, diyar kir ku binçavkirina her sê jinên endamên RJAK'ê berdewamiya fermanê ye û wiha axivî: "Di fermana 74’an a li Şengalê de bi hezaran jinên êzidî hatin qetilkirin, revandin û firotin jî ji aliyê heman sîstem û hişmendiyê ve pêk hat. Ev fermana ku li Şengalê pêk hat, darbeyek ya hişmendiya zilamê serdest bu li hemberî îradeya jinên êzidî, li hember civaka êzidiyan e. Di heman demê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve binçavkirina hersê jinên endamên RJAK’ê jî weke berdewamiya fermana Şengalê ya bi ser jinên êzidî de hatî, binirxîne. Bê guman sedema wê jî; ji bo jinên kurd nebe xwedî îrade dîwarê ku bi hezaran salan li ser hatiye raçandin neşkêne, di aliyê çandî, siyasî, aborî û her weke din de yekitî û rêxistina xwe ava neke û li hember sîstema heyî serî ne rake, van kiryarên xwe yên qirkirin û îmhayê pêk tînin. Ev diyar dibe ku heta ku ev sîstem berdewam bike, wê hertim li hemberî îrade û hêza jinê heman kiryaran pêk bîne."   ‘Divê parastina cewherî ya êzidiyan pêş bikeve'    Hevseroka Meclisa Gel Pakîstan, derbarê parastin û mezinkirina têkoşîna êzidiyan de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êzidî heta niha gelek bi zilm, zordarî û qirkirinê re rûbirû mane. Divê beriya her tiştî xweseriya xwe bi parêzin û hêza xwe ya parastina cewherî xurt bikin. Mirov dikare bêje ku parastina xweseriya civaka xwe di heman demê de parastina jinê ye jî. Li ser vî bingiehî li hember dijmin bibin yek û têbikoşin. Ji derveyî vê rêbazê tu rêbazên din yên ku civaka êzidî ji komkujî û tunekirinan bi parêze tuneye."   'Ji bo em bighijin armanca xwe bêtir berxwedan...'   Pakîstan Bîlen, kiryarên ku niha PDK li hember jinan pêktîne jî wiha nirxand: "Kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê di fermana 2014’an de li ser jinên êzidî pêkaniye heman tiştî niha PDK pêk tîne. Sedsala 21’an ku em weke sedsala bi destxistina destkeftiyên jinê bi nav dikin, li hemberî wê darbeyeke helwesta PDK'ê. Dijminê jin û civaka Gelê Kurd hertim hewil dide vê sedsala ku Gelê Kurd bi taybet jina kurd gelek pêngavên mezin têde avêtiye, bike dojeh û serkeftina xwe têde îlan bike. Lê em hemû jî dizanin wê ev sedsal 21’an bibe sedsala serkeftin û azadiya jin ê. Bê guman ev bi hêsanî çênabe, wê sistema desthilatdar heya dawî li ber xwe bide û kiryarên xwe yên qirêj berdewam bike. Li ser vê esasê ji bo ku em têkoşîna xwe hîn zêdetir pêşbêxin û zutir bighin armanca xwe bi taybet jî jinên kurd divê berxwedanek mezin bide. Li hember dijmin li hember kiryarên PDK’ê yên li ser civak û jinan tên meşandin berxwedan û têkoşînek mezintir raber bikin. Ji ber ku li cihekî li beramberî şerê heyî têkoşîn hebe wê teqez berxwedan bi ser bikeve. Ji bo wê yekê jî divê em jin di wê ferqê de bin ku ev şereke li beramberî me û îradeya me tê meşandin. Li ser vî esasî divê em pêvajoya heyî baş binirxînin her destkeftiyên xwe baş bi parêzin û ji bo ev kiryarên ku tên meşandin yekitiya xwe ava bikin û helwesta xwe diyar bikin.   ‘Li hemberî binçavkirina RJAK'iyan çima bêdengiyek heye?'    Pakîstan, li ser bêdengiya partî û saziyên herêmî û navnetewî jî wiha axivî: "Li beramberî girtin û windakirina her sê jinên endamên RJAK’ê, di asta partî û saziyên Başûr û navnetewî de bêdengiyek heye. Ji roja ku ev jin hatine girtin û heya niha li ser rewşa tendirustiya wan tu agahî nehatine bi dest xistin. Di her mijarê de hertim bêdengiyê pejirandine. Di rewşek wisa de li hember girtina van hersê jinên kurd bêdengiya her aliyekî jî hevkariya bi dijmin re ye. Ji bo wê jî divê em vê hevkarî zextên aliyên dijminên kurd û aliyên ku bi wan re hevkariyê dikin bibînin û li hember têbikoşîn. Divê em weke Gelê Kurd tu carê li benda tu aliyan ne mîne, yekitiya xwe avabike, têkoşîna xwe bilind bike û tişta pêwîst bi xwe pêk bînin."    ‘Divê gelê Başûr xwedî li her sê jinan derkevin'    Pakîstan herî dawiyê bang li gelê Başûr kir ku li hemberî kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi vê minasebetê em bang li tevahiya jinên Başûr, hemû sazî û dezgehên jinan di heman demê de saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî van kiryarên hovane ya ku li hemberî jinan tên meşandin bêdeng nebin. Xwedî li li hersê jinên têkoşer yên endamên RJAK’ê derkevin û tevlî tekoşîna ku tê meşandin bibin. Ji ber ku ger em jin yekitiya xwe ava nekin û dengê xwe dernexîn ev zextên heyî bi dawî nabin, ev jî li hember jinê qirkirin û siyasetek ya tunekirinê ye."