ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'Ê 2021-08-23 09:00:00     * Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, helwesta PDK'ê ya li hemberî jinên kurd şermezar kir û got: "Em bang li tevahiya jinên Başûr, sazî û dezgehên jinan û di heman demê de saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî van kiryarên hovane ya ku li hemberî jinan tên meşandin bêdeng nebin. Xwedî li hersê jinên têkoşer ên endamên RJAK'ê derkevin." BI DÎMEN    * Şêniyên Enqerê, diyar kirin ku divê erkdarên dewletê gotinên xwe yên nîjadperestiyê biguherînin û gotin: "Dema mezinên dewletê wisa biaxifin dê civak jî wisa nêzî penaberan bibin. Divê em nifşê nû li dijî êrişên nîjadî perwerde bikin. Cîhan têrî her kesî dike. Divê her kes wekhev bijî.” BI DÎMEN    *Enîse Malbat diyar kir ku piştî Talîban Efganîstan desteser kir fikarên jinan zêde bûne û got: “Gelek hevalên min yên jin ên li Efganîstanê hene û dixwazin derkevin hene. Jin li dijî bê eleqebûnê bi hêrsin. Ev bê eleqebûn niha nahêle em wan bibihîzin.”   * Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan diyar kir ku li dijî mekanîzmayên dewletê yên pêk nayên divê jin û hemû kes têbikoşin û got yekane bersiva rêbaza parastinê ya jinan parastina cewheriye. BI DÎMEN