Li Stenbolê li dijî Talîbanê çalakiya protestoyî 2021-08-22 16:32:35     STENBOL - Meclîsên Jinan li Stenbolê li dijî Talîbana ku rêveberiya Afxanistanê bi dest xist çalakiya protestoyî li dar xist.    Meclîsên Jinan, li ber Sefaretxaneya Efxanistanê ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê çalakiya protestoyê li dar xistin. Jinan pankart û dovîzan hildan û dirûşm berz kirin. Li ser navê Meclîsên Jinan, Sekrtera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm daxuyanî da.   Fîdan diyar kir ku Talîban û DAIŞ bi yek carê ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatine avakirin. Fîdan destnîşan kir ku ew baş bi zîhniyeta Talîban ku gotiye “Em ê mafê jinan bidin wan” baş nas dikin û bi salan e jinên efxan li dijî zîhniyeta Talîban li ber xwe didin û jinên afxan ne bi tenê ne. Fîdan, got divê jin bibin yek û Talîbanê ji holê rakin. Fîdan, da zanîn ku zîhniyeta Talîban a li hember jinan û zîhniyeta AKP’ê ya li hember jinan ji hev ne cuda ye.