Derbarê Leyla Guven û 8 girtiyan de lêpirsina stranên kurdî 2021-08-22 14:44:47     AMED - Li Girtîgeha Xarpêtê, derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de 9 girtiyên jin de bi hinceta stranên kurdî gotine lêpirsîn hat destpêkirin.    Sepan û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.   Bi hinceta ku jinên girtî stranên kurdî gotine û bi zimanek nayê famkirin govend girtine û bi zimanekî nayê famkirin sirûd xwendine lêpirsîn hat destpêkirin.