Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir 2021-08-21 18:50:01     WAN - Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve tê lidarxistin, bi govendê dest pê kir.   Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA)Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin îro dest pê kir.    Mîhrîcan bi pêşengeha wêneyan a li baxçeyê avahiya HDP’ê ya bajêr hatiye vekirin û govendê dest pê kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TJA, Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Çandê ya Aryen û gelek kes beşdar bûn.   Hevseroka HDP’ê ya Ebexê Gonul Ûzûnay ku di destpêka mîhrîcanê de axivî diyar kir ku armanca wan a li dar xistina mîhrîcanê balkişandina ser qirkirina çandî, komkujiya jin û xwezayê ye.   Piştî axaftina Gonulê, Tîma Folklorê ya Jinên Sûrê ya Amedê bi govenda xwe li ser dikê cih girt. Tîma govendê bi gelek lîstikên herêmî ve bala beşdarvanan kişand. Piştî tîma folklorê beşdarvanan bi stranan govend gerandin. Piştî gerandina govendê çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   Her wiha dê Koma Jin Ma Mûzîkê û hunermend Nûray Balik jî derkevin ser dikê.