Di hevdîtan gel a li Şirnexê de peyama ‘Dem dema azadiya Ocalan e' 2021-08-21 18:37:25     ŞIRNEX – Hevdîtina gel a li Şirnexê ya bi dirûşma “Dema Azadiyê” bi coşek mezin pêk hat. Di hevdîtinê de gel bi dirûşmên xwe çalakiya girtiyên siyasî silav kirin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di axaftina xwe de got: “Heta tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin tecrîda li ser gel jî ranabe.”    Di çarçoveya "Dema azadiyê" de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê hevdîtina gel pêk hat.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Alîgirê Hevserokê Giştî û parlamenter Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Nuran Îmîr, Hûseyîn Kaçmaz, Siddik Taş û Hasan Ozgûneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên sazî û dezgeh û bi sedan welatî tevlî hevdîtinê bûn.    Beriya axaftinan girseya HDP’ê gelê Şirnexê silav kir û piştre li ber axahiya HDP’ê kom bûn. Welatî, bi cih û bergên herêmî, bi coşek mezin tevlî hevdîtinê bûn û govend gerandin.   ‘Heta birêz Ocalan azad nebe Gelê Kurd jî azad nabe’   Di serî de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û hemû gelê Botanê silav kir û anî ziman ku di dîroka Botanê de gel tu carî paşve gav neavêtin. Salîha, bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Kesên ku digotin ‘em ê kurdan xilas bikin’ îro bi xwe xilas dibin.  Gelê Şirnexê dê heta dawiyê li ser piyan ve û heta azadiya xwe dest bixe dê têkoşîna xwe bidomîne. Heta niha bi dehan îktîdar hatin û di vê 6 salên dawiyê de dixwazin li ser çand û zimanê kurdan tecrîdê pêk bînin. Di cîhanê de mînaka tecrîdê ku tuneye îro li ser Birêz Ocalan didin meşandin. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin em ê li qadan bin û li berxwe bidin. Her çixwasî polîtîqayên tecrîdê berdewam dike polîtîkayên şer jî berdewam dike. Gelê kurd li dijî tecrîdê û bi taybetî jî li dijî tecrîda ser Birêz Ocalan û azadiya wî dê li ber xwe bide. Ji ber ku heta Birêz Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nabe. Tecrîda ser Birêz Ocalan li hemû qadan belav bûye.”   ‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ne’   Salîha, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin û wiha domand: “Di girtîgehên Tirkiyê de sûcê mirovahiyê tên kirin. Mînaka vê tu girtîgehên cîhanê de tuneye. Girtiyên siyasî 268 roji n greva birçîbûnê de ne. Em girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya Birêz Ocalan ketine grevê silav dikin. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Heta daxwaziya girtiyan bê qebûl nekirin em ê li qadan bin û li ber xwe bidin.  Em bang mûhalîfan û saziyên siyasî dikin;  bila guh bidin daxwazên girtiyan.”   ‘Dem dema azadiya Birêz Ocalan e’   Salîha, bal kişand ser pirsgirêka kurd kir û wiha pêlda axaftina xwe: “Pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokrasî û diyalogan bê çareserkirin. Îro pirsgirêka hemû qeyranan sedema wê ew e ku ji ber pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin e. Kesên ku tên Kurdistanê siyasetê dimeşînin bila bizanibin ku bi mîlyonan kes dibêjin ‘Birêz Ocalan vîna me ye.’ Ji bo pirsgirêka Gelê Kurd divê demildest tecrît bê rakirin. Gelê Kurd li qadan daxwazên xwe bi awayek zelal tînin ziman û dibêjin ‘em bêstatû û bêzimanê xwe nikarin bijîn. Em dixwazin ku bi gelê Tirkiyê bi awayek wekhev bijîn.’ Ji bo ku destketiyên kurdan mayînde bibe divê yekitiya neteweyî ya kurdan bê avakirin. Îktîdara AKP’ê li çar parçeyê polîtîkayên şer û qirêj dimeşîne.  Divê ji bo çar parçeyê Kurdistanê em yekitiya xwe ava bikin. Ev serî 40 sal in em têkoşîn didin meşandin. Ji ber vî yekê em gelek baş dizanin ku Gelê Kurd tu carî serî netewand û ew ê netewînin. Em dixwazin bi rê û rêbazên demokrasiyê bi hev re bijîn. Gelê Kurd nêzîkî azadiyê ye. Gelê Kurd ji bo azadî û demokrasiya Kurdistan û Tirkiyê dê li ber xwe bide. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Gelê Kurd e. Dem dema azadiya Birêz Ocalan e. Ji ber vî yekê bila hemû kurd rabin li ser piyan.”   Piştî Salîhayê Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar axivî. Bername bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û bi gerandina govendê bi dawî bû.