Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz pirsîn 2021-08-21 15:04:55   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 856'emîn de li aqubeta Mehmet Zekî Akyildiz pirsîn.    Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 856’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li der xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz a ku li Farqîna Amedê hatî windakirin pirsîn.    Di çalakiyê de dayika Mehmet Zekî Akyildiz Ruzkiye Akyildiz axivî û wiha bal kişand ser windakirina kurê xwe: "Kurê min 28 sal in winda ye. Çi hat serî, birin li kû em dixwazin hîn bibin. Em dixwazin agahiyek jê bigirin. Gelo dijî, an li girtîgehê ye û an jî hatiye kuştin.."   Piştî axaftina dayika Mehmet Zekî rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê parêzer Ahmet Şîray axivî û diyar kir ku divê aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz û hemû windayan bê lêkolînkirin. Ahmet, da zanîn ku divê falîl bên dîtin û bên darizandin.    Metna vê heftê ji hêla ji mirovên şemiyê Umît Sezer ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Ligorî gotinên şahidan Mehmet Zekî 3 rojan li Farqînê maye. Piştre wî birine wargeha Hizbullahê ya li gundê Suse. Li vir bi gelek kesan re li stargeha camiya gundê Susê tên girtin. Tê gotin ku li vir 40 kes hatiye girtin. Bi rojan tî û birçî hatine hiştin. Li gorî gotina kesî ku ji vir rizgar bûyî Mehmet Zekî û 2 kesên din ji stargehê hatine derxistin. Piştre tu agahî ji Mehmet Zekî nayê girtin."