Salîha Aydenîz û Mîthat Sancar li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2021-08-21 12:51:16   ŞIRNEX - Hevdîtina gel a "Dema Azadiyê" îro li Şirnexê pêk tê. Şirnexî bi coş û heyecaneke mezin Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî ya HDP'ê Mîthat Sancar pêşwazî kirin û bi konvoyeke mezin ber bi Şirnexê ve bi rê ketin.    Di çarçoveya "Dema azadiyê" de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro li Şirnexê hevdîtina gel pêk tê.    Alîgirê Hevserokê Giştî û parlamenter Tayîp Temel, parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hûseyîn Kaçmaz û Hasan Ozgûneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên sazî û dezgeh û bi sedan welatî li bajarokê Erebanê ya navçeya Hezexa Şirnexê ji bo pêşwazîkirina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kom bûn.    Girseya ku kombûyî bi çepik û tilîliyan şandeya ku hatî silav kirin. Girseyê dûre bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê ava kirin û di ser navçeyên Hezex û Cizîrê re ber bi Şirnexê ve bi rê ketin.