Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin 2021-08-21 11:31:40   RIHA - Malbata Şenyaşar 166 roj in çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Malbat îro ev peyam da: "Em ê edaletê bi hev re bînin."    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 166’emîn de didome. Ji ber ku avahiya edliyeyê girtiye, malbat çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe Pirsûsê didomîne.    Malbatê ku pankarta wêneyê ambûlansa dema Bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tê de bûn êrîş lê hat kirin ser cih girt û nivîsa “Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên wî hatin qetilkirin. 3 sal in yek girtî jî nîne! Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesê edalet” ser dinivîsî bi vê peyamê parve kir: “Heta ku hûn vê bê edalatiyê û zilmê bi dawî nekin, hûn mehkumî windakirinê ne. Dema roja wê hat wê kesên komkujî pêk anîn û rayedarên tiştek nekirin jî li pêş darazê hesabê bidin. Em ê edaletê bi hev re bînin.”