ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-21 09:00:00   * Dayikên Botanê, bertek nîşanî şewatên daristanan dan û gotin: "Bi zanetî daristanên li Kurdistanê tên şewitandin. Dema daristan dişewitin kezeba me jî dişewite. Divê kurd li hemberî şewatan bêdeng nebin û xwedî li xweza û daristanên xwe derkevin." BI DÎMEN     * Xizma girtî Gulten Benzer da anî ziman ku Suleyman Benzer yê li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dimîne, di bin tecrîdê de ye, her tim cezayê disiplînê didin wî û hemû mafên wî tên binpêkirin. BI DÎMEN    *Aktîvîsta Afganîstanî Asal Parsî Manîsh, fikarên xwe yên ku Talîban Afganîstan bidest xistiye anî ziman û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku ji her alî cîhanê jin li dijî koma terorê ya li hember jinê Talîban serî hildin. Divê DYA û NATO ji bo gelê me û cîhanê derbarê peyamana ku bi rêxistina terorê re kirine de bersivekê bide.”   *Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ve li ber avahiya HDP'ê ya Şirnexê hevdîtina gel pêk bê. (11.00-16.00) BI DÎMEN