Dayika Aştiyê Fatma Urmiye jiyana xwe ji dest da 2021-08-20 14:04:42     MEXMÛR - Fatma Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digirt, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di nav çalakiyan de her tim cih digirt. Fatma duh di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.    Fatma Urmiye (65) ya ku bi salan hem li rojhilatê Kurdistanê û hem jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di nav têkoşîna azadiyê de cih girti bû, duh li Wargeha Mexmurê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.    Fatma Urmiye, bi eslê xwe xelkê rojhilatê Kurdistanê ye. 3 zarokên wê di nav tevgera azadiyê de ne. Fatmayê ku li Rojhilat di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digirt, her tim bi zext û zordariya rejîma Îranê re rûbirû dima. Bi dehan caran hat girtin. Ligel zext û zilmê tu carî dev jî têkoşîna xwe berneda û zarokên xwe jî li ser esasê têkoşîna azadiyê mezin kir. Fatma di sala 2006'an de ji ber zextên rejîma Îranê neçar ma ku cih û warê xwe terk bike.    Fatma berê xwe dide Herêma Federal a Kurdistanê û li Mexmûrê bi cih dibe. Serpêhatiyên Fatmayê li Mexmûrê xwe dighîne bi hezaran jinên ku li Mexmûrê bi cih bûne. Zext, zordarî, şîdet, girtin û kuştin ji bo jinên Mexmûrê û ji bo Fatmayê bûye sedema berxwedan û têkoşînê. Fatma li vir wekî dayikên Mexmûrê tevlî çalakiyan dibû û têkoşîna xwe ya azadiyê didomand. Her wiha Fatma li Mexmûrê bi paşnavê Apocî dihat nasîn.    Ji bo Fatmayê tişta herî esasî xwedîderketina li pakrewanên azadiyê û Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Fatma heta dawiya emrê xwe her tim Kurdistaneke azad xeyal dikir û her wiha daxwaza wê ya sereke jî azadiya Abdullah Ocalan bû. Fatma tu carî jiyaneke bêrûmet qebûl nedikir û li ser vê esasî li ber xwe dida.   Fatma duh şev ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da û bi tevlîbûna sazî û dezgehên Mexmûrê Fatma bi merasîmeke girseyî hat definkirin.